A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xelat Ehmed - Ji Dilê Sîpanê Xelatê Were
198 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Xelat Ehmed - Ji Dilê Sîpanê Xelatê Were

Hîn wek ku tu min nasdikî
qeşeng û hesan im
Ji peyaseyên baranê hezdikim
bêyî te bi te mest dibim.
Hîn dikarim ronahiyeke piçûçik biaferînim
û ji xwe re bibêjim :
va tu li vir î.
Wesa
Hêdî hêdî
Te ji dûrbûnê peyda dikim,
bi ser min dikevî û ez ji bîr dikim ku
ez li vir im.
îşev jî
dê kirasê xwe yê herî şebengî li xwe bikim,
bi taveheyvê re derbasî dilê te bibim.
Tiliyên te yên ji evînê,
rewanê min bi dîlokan diaferînin.
Nelive.....
ramanên min ji min veqetiyane,
movikên hevdîtina me
berhev dikin.
ji nazenîna Kerezan
gêjbûna çil eşqan bi ser xwe de dikim,
kûrahiyên te bi bêdengiyê
radxînim,
taku tu ji hiş herî û min ji bîr bikî,
tenê jina ku ji çil êşan ve tu li bendî wê yî
li bîra te were.
Lewendê min
gewra te me
di bin çavên şevê de tir dibim
De were.........
Ji dilê Sîpanê Xelatê were,
cotek kewên sipî
ji pîrozbahiya berê min ê xam re
bifirîne
va me…….
ji serjêkirina xwe ya dawî
dibişkivim.

01.01.2005
Helbestên din ên Helbestvanî/ê