A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Xelat Ehmed - Berî Şevekî
298 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Xelat Ehmed - Berî Şevekî

Hezkî ez xewn im
Şev bi stranên xwe
Û zêrên çîrokên kevnar
Min dinoşîne û diçe

Hezkî tu xewn î
Bi stranên şevê
Û zêrên çîrokên kevnar
Te ji destê xwe dinoşînim û diçim

Hezkî ez xewn im
Şev bi stranên xwe
Û zêrên çîrokên kevnar
Bi ser min de dibarîne û diçe

Hezkî tu xewn î
Ji destê xwe stranên şevê
Zêrên çirokên kevnar
Te dinoşînim û diçim

Hezkî ez xewn im
Şev bi destên xwe ew zêrên çîrokên kevnar
Min dinoşîne û diçe

Hezkî tu xewnî
Ji destê xwe
Stranên şevê û zêrên çîrokên kevnar
Te dinoşînim û diçim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê