A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Welat Dilken - Li Kuçeyên Zeûgmayê Çavên Keçikek Êzdî
138 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Welat Dilken - Li Kuçeyên Zeûgmayê Çavên Keçikek Êzdî

bisekine, neçe keça xizêmî
beriya ku payîz were
pelên zeytûnan biweşin
beriya ku êvar siya te veşêre ji çavên min
neçe, hêj ku bi ser Belqisê re şev daneketiye Ferêt
hêj ku masî neketine xewê

derkeve ber pencereyê
netirse;
îskender mir
talana Romayiyan vekşiya
û şer têk çû
êdî azad e Zeûgma

were, dema işqê ye niha
pişta xwe bide şengebî’yê
ji vî dilî bo wî dilî
min ramûsan anîne
ji lêvên erxewanî re
Helbestên din ên Helbestvanî/ê