A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Welat Dilken - Dije-Şer
310 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Welat Dilken - Dije-Şer

hatî, tu vegeriyayî li şer
bi kelecan, te destê dê û bavê xwe maçî kir
bi bêrîkirin, bi germayî, te ji rûyê yara xwe ramûsa

li pêşberî wan î, serbilind î;
te bajar feht kirin
mal talan kirin;
jin û mêr, kal û pîr
biçûk biçûk zarok kuştin
bi serfirazî, te serkeftin bi dest xistin û tu vegeriyayî mala xwe

lê qurbaniyên te; ne te ew nas dikirin
ne jî wan navê te bihîstibûn, kî yî, ji ku yî, çi dixwazî û çima dikujî;
ka bêje, te şerê kê kir?
ka, bi serbilindî şanî hezkiriyên xwe bike
xenîmetên ku te li şer bi xwe re anî;
talan, wêran, kuştin, destdirêjî û madalyaya bi sîngê xwe ve jî…

îşev, di himbêza yarê de şeva ewil a piştî şerî ye;
ku karibî hevşa bibe
ku karibî, ji çavên yara xwe binêre, jê re behsa keçika xenîmetê bike
ku karibî binive
ku karibî xewnên xweşik bibîne
di guhên te de, ku olan neda qirîna mindala ku li qada şerî şopa malbata xwe winda kirî
ku nehat bîra te çavên jineke bi dergûş a ku te devê çeka xwe dabû eniya wê
ku dilê te bi êşekê nekir çizînî
bi xof, ku hilneciniqî ji xewê…
nexwe, bi rehetî hevşa be û têr razê şerkero;
ji wî şerî, tu bêbirîn û bi serbilindî vegeriyayî mala

ji pirtûka nivîskêr `kevir û tiştên din`
Helbestên din ên Helbestvanî/ê