A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Wehîd Keleş - Kurê Welatê Min
394 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Wehîd Keleş - Kurê Welatê Min

Beyan li me dûr bû
Beyar ajotin
Hêlînên çûka
Di dilê min de sotin
Tovê sitêrên sipî
hilkişandin
rûpel ma reş û tarî
bendên reş
ji dengê bilûra min dixwar
min dizanî ez qedexeme
min welatê xwe revand
welatê min ma di destê min de
û destê min xwe veşart

di kûrbûna berîka min de
berîka qul jî qedexe bû
bese melûlo
tarî êrîş dikê
ma çira te ya melûl
dê çi bikê
ma welatê tirs
çi qasî firehe
ez westiyam babo
rawestiyam
dergeh kilîtkirîne
ez dupelî bûm
dema firşikê tirsê
tevlî xwîna min kirin
di goştê min de meyandin
bi avê re min divexwar
bi nan re min dixwar
şev dirêje

Ji rîsê tevnan dirêjtire
Ev dile
çend hezar car
hatiye çûtin
guhanê van xewna
çend hezar car
hatiye dotin
û cara dawî
di devê wî dêwî de
hatiye guvaştin
mêtiye û mêtiye
ta kef jî alîstiye
waniye
hewildanên ken mirîne
negirî melûlo
beranê te yê kûvî
hîn li ser kopan dimîne
ew rêya dirêj

mîna lastîkek vekişandiye
li xwe divegerê
bi dilê xwe bibihîze
dengê bilûrê zelale
pêleke ji ava kaniya sipiye
binêre
bînahiya dilê te lê vegeriya
bibihîze
ev çîkên zayînê ne
ji malzartoka şevê
ve roj za
bikene
bireve
raweste
mizgîniya te pîroze
bêje
de bêje te çi divê
toza bi ken û giriyê min ve
xwihdana zuhabûwî
bi cênîka min ve
li min binêre
yan
li min nenêre
ez xwe nas dikim
û tu min nas dikî
ez kîme
ezim kurê welatê rojê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê