A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Wefayî - Rêgey Aşiqan
298 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Wefayî - Rêgey Aşiqan

Ey dil were hoşyar bibe awaye rêgey aşiqan
Mehuy cemalî yar bibe awaye rêgey aşiqan

Lem lawe giryey nay û ney, lewlawe xendey camî mey
Agir le `alem berbidey awaye rêgey aşiqan

Carê le çawan bigre xew, bigrî be naley nîmeşew
Ta bête der xurşîdî new, awaye rêgey aşiqan

Şorê dil û sozî derûn, zuxawî cerg û mewcî xûn
Xwênî geş û firmêskî rûn, awaye rêgey aşiqan

Ta dill nesûtê dem be dem, fanî bebê ser taqedem
Perwane qet nagate şem, awaye rêgey aşiqan

Ta çaw û dil xwênbar nekey, qetîy hemû exyar nekey
Fîkrî wisyalî yar nekey, awaye rêgey aşiqan

`aşiq debê mestane bê, xakî derî meyxanebê
Saqî lekin peymanebê, awaye rêgey aşiqan

Ger dilguşa badî seba, şerhî dilim bo gul neba
`umrî `ezîzim çû be ba, awaye rêgey aşiqan

Sûta derûnim serbeser, xwênîn dile can û ciger
Cesmêke bê îsm û eser, awaye rêgey aşiqan

Dîsan leser `ehdî (elest), camêk le caman bigre dest
Herta ebed mexmûr û mest, awaye rêgey aşiqan

Dêwane û sewdaserim, kujrawî xemzey dulberim
Dil pirr le êşî neşterim, awaye rêgey aşiqan

Çawim be sozî diltere, derayî aw awire
Mutrîb bilê saqî were, awaye rêgey aşiqan

Perwane xoy awête bes femûy (çira) mexmûr mest
Weslim be sûtan dête dest, awaye rêgey aşiqan

Bulbul denalênê hezînim, gul dête `uyişwe û pêkenîn
Bigrî be sozî ateşîn, awaye rêgey aşiqan

Çî wek wefayî bendeye, lew baxî dil gul xendeye?
Bew came xizrî zîndeye, awaye rêgey aşiqan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê