A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Wecîha Ebdilrehman - Ka Tu Kanî
199 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Wecîha Ebdilrehman - Ka Tu Kanî

Peyalim
di pencereya dilê te de
û di peyala çavên te de
peyambereke peya
nizanim…
ne li xwe
ne li te digerim.
bi sipîdeyê re
weke şahgul û çivîkan
daxivim…
û çirîskên xewnerojkan
li nîgaşa xweyî derbider
dilorînim.

Di payîza canê xwe de
ne mirî me…
lê belê… bê te nikarim
û jiyan bê te
bîreke1 bê bîrewerîye2.
Li ser keva tenahîyê
hestên min hev dikojin…
rê tarî ne
ka tu kanî…
de vê êvarê… were
ka were…looo
û wê qedehê
bi xwe re bîne…
bila di serxweşiya me de
şev sergeşt3 biçêre.

Mişextim
di sûravka evîna te de
şivaneke tim şiyarim
bi awirên xweyî şeyda
stêrên bêhrîya te
kedî dikim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê