A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Wecîha Ebdilrehman - Çima Tu Hatî?
192 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Wecîha Ebdilrehman - Çima Tu Hatî?

Ji çiyayên qelawûz…
û dûmana qelûna berfê
dema rok tîrêja xwe
li dilê pirtikê wê dixe
û diqelîne…
Pirsa min li ser lêvên
rojên bihurtî nû dibe
û ji kaşê evîna min ya çûyî
dadiwerive…
Bi salên bihurtî re
nuh tu tê yî
û xewna min ya zelal
nuh dikî
bi larî ez ji te re
peyvên me yên ku me bi hev re gotin
saz dikim.
Stiranên me
kazekaza wan
di gumanên min de
herdem pêl li wan dixe
belav dibin
piştî ku,
sal û roj û kêlîk….
hatin hêran…?!
rê û bîranîn…
fedî… û lîsk…
xwe nûkirin
ka ji min re bêje…
çima tu hatî
piştî ku ez çû bûm…?
te kirasê pirsên minî
kevn û getiyayî
bi bêhna dengê xweyî dûr
ji nû ve xemilandî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê