A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Walt Whitman - Pêşengno! Lo Pêşengno!
204 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Walt Whitman - Pêşengno! Lo Pêşengno!

Lo Kaptano! Wey Dilê Mino!

Lo Kaptano! wey dilê mino! dawî li sefera me ya sawnak hat,
Keştî ji her tofanê filitî, xelata ku em li pey bûn bi dest ket,
Xuya bû bender, zingîniya zengilan e dibihîzim, xelk lex me ve hatiye,
çav li sîngê keştiya kihêl, keştiya me ya dûrî seriyan û mêrxasan e;
Wey dil! dilo! wey dilo!
Jê diçe dilopên sorgevezo,
Li gowerteyê ramediyaye Kaptanê min,
Sikîsar û bê ruh û cano.

Lo Kaptano! wey dilê mino! hela rabe guh bide zengilan;
Rabe - al li ba dibin bo te - bo te dilîlînin borîzan,
Bo te gul û sosin û tacegulên heftreng - heşirmîzan in perav bo te,
Gazî te dike, xelkê ku dimilmile, rû arezûdar, matmayî bo te;
Kerem bike Kaptano! mîrê mino!
Serê xwe bikute milê mino!
Dihate bîra kê, li ser gowerteyê,
Tu, sikîsar û bê ruh û cano.

Deng ji Kaptanê min biliyaye, lêv lê qusikîne, bê deng û bê eman,
Mîrê min milê min seh nake, ne rehjen tê maye, ne jî vîn û viyan,
Keştiyê lenger avêt bi saxî û silametî, rêwîtiyê axirî bi xwe re anî,
Ji sefera tofanî, keştiya serfiraz, dikeve hundir bi xelata bi dest ketî:
Pîroz bikin peravno, bikin zingînî zengilno!
Lê ez li gel raxeya reşgirêdayiyo,
Gav dikim gowerteya Kaptanê min lê ramediyaye,
Sikîsar û bê ruh û cano.
1865 1871

Ji Ingilîzî: Kawa Nemir, Pêşengno! Lo Pêşengno! Weşanên Bajar, Stenbol
Helbestên din ên Helbestvanî/ê