A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Walî Bedelpûr - Dilo Jaro Neke Eşqê
191 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Walî Bedelpûr - Dilo Jaro Neke Eşqê

Evîn namerd e, dil êxsîr
Rih û can û beden bûn pîr
Ji çavên dilberê tên tîr
Dilo jaro neke eşqê

Bide terka evî halî
Dema para te her talî
Ji derdan xwe bike xalî
Dilo jaro neke eşqê

Dibînî gav û dem dûr e
Birîna can ji te kûr e
Di nav cergê te de şûr e
Dilo jaro neke eşqê

Nebarîn rondikên çavan
Neke tarî li min her gavan
Nede min tu teb û tavan
Dilo jaro neke eşqê

Dilo çi bkim ji destê te
Ji axîn û ji hestên te
Rih û can bûne mestên te
Dilo jaro neke eşqê

Dizanî dawiya vînê
Dibî ruswa li vê jînê
Di gel xwe tu neke kînê
Dilo jaro neke eşqê