A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Walî Bedelpûr - Bihar
384 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Walî Bedelpûr - Bihar

Dilo mizgîn bihar hatiye rê da
Zivistan çû u barê xwe girê da

Binefş û sorgul û alal û beybûn
Dixemlînin newal û deşt li pê da

Bi dengê qumriyan behr û der û deşt
Hemî pirr bûn nema dî kes xewê da

Diket qebqeb kewa çînçîn li zozan
Hemû teyr û tewal keyf û gerrê da

Çivînga kewder û kotran çi xweş tê
Li nav bax û bihişta vê dinê da

Li benda sorgulan bilbil bicoş in
Hemû sewdaser in eşqa gulê da

Çem û rûbar tejî û pir ji av in
Ji eşqa werdek û qazên refê da

Dibarît gaw û dem baran li mêrgan
Dixemlît keskesor pişta girî da

Newaya nûbiharê tê li her der
Emir derbas nekî êdî xemê da

Ji nû jîn daye gerdûnê xudawend
Nekî mehrûm bimînî bexşişê da

Hemû ser xatira hubba te dane
Mifahê wergirî sufra xwedê da

Bi coş û hêz bikî reqs û semayê
Ne wek walî ku ma benda mehê da

2018/adar/21
Wezn: #Mafaîlon_Mefaîlon_Feûlon