Bihost bihost digere li ser vê axê Ji kevir û kuçikan girantir e Bablîsokek jî nikare rake Gemara vê axê (Li cihen xwe ye her tişt. Xweda jî tirsiya, ji bîrbûyînê) Gote wî: Kî ye Ezdanê we? -Û hat jibîrkirin xwediyê gotina ewil-
Gava ku mirin hat, betal dibe êdî peyman Û li seriyan digere şûr û mertal Di zeryayan de difetise argûşkên masiyan Vemiriye gelo êdî zeraqa rojê? Ka li ku ma heyv, çardehê mehê wek konekî reş e! Jinek nivîsekê dikute çavên xwe Ya din stûyê xwe li kindirekî asê dike -Sîba dê çawa were kuştin Tu çi dipîvî bi werîsekî? Devê min di pêsîra welatê te de ye sîba! Bexçê zeytûna li kîjan aliye? -Yehûda, ma bîn bi bêçiya xwe re gerandiye-
Ka perestgeha Sîbayê! -Sêvek hate dizîn ji sînga wêMû li canê Sîbayê bûbû şûjin û ditirsiya ji sewta xwe: (Sûkek tarî bû..Bajarek di bin dengekî de dima..) Bi sêvekê didim sînga xwe Hê êvar e Heyveronek di kinca de ye Zelew dikim deriyên xwe
(Di jûrekê de çavên xwe vekir Sîbayê û mijangên wê li asîmanan ket ...Henaseyên ferîşteyên li çemçelalî xwe, yên ku xwe bi berfê lefandibû peland..Paniyên keçikek qemer ji yê wê bêtir qelişîbû.. Zarokek ji nişka ve li nîgaşa wê asê bû.. Jûr bû du çavên xofgirtî.. Jinekê zêstaniya xwe bi lez û bez dadanî..Rûspiyekî pisîkek direvand di bin çengên xwe de..)
Zimînek ket aşê zimanê Sîbayê (Wek ajalek li ber kêrê bû û qêjiya) Xweya du çavên şîn yên ku di nav xelekên reş de go: Huş be Sîba! Jana birînan ji bîr bike, Melekê Tawis ji bîr bike Û serê xwe dayne ser çongên wê jinê (Xayîs ket ferişteya çavşîn û Sîbayê serê xwe danî ser çongên xewê)
Hespên hesinî li deştekê suwar bûbû Dev ji nêçîra xwe berdida bazekî jakaw.. Kevroşkek bi dû tajiyekî ketibû Nepoxfiroşekî şopên zarokan bi ser çiyayekî bêav de dibir Di newala Çemê Tîgrîsê de qurrîna beqekî tî bû Gopalek dikule! Dê dev ji ewlêd bernade: Hebek genim dizî ji tilmoriyekê Kuta di guçê kitana xwe de û dada devê dergûşekê -Dojeh, ma ne li binê çend tewekên jêrzemîna erdê bû?- Şûrekî (tawankariya her kesî li ser bû) çend sedsalên berê êrîşî korika fanosekê kir û parçe parçe kir fanos tev ronahiyê< Ebayekî reş heft kîşwer zeft kir di derbekê de! Vala bû êdî hêlîna şalûlê li qeraxa çemekî (du çavên bêrî bi ber birqa awêneyekê ketibûn) Dihatim girtin li her derê (Di kêliyekê de hezar navnîşan hate gotin ji min re. Baz didam û dihatim girtin li her navnîşanê<) Wesemkirî bû çavên min hê (Avzêrkên behrekê diçirûsîn di nav keskeke vekirî de) Û gerewa cerdekê bûm êdî di paş deriyê dîrokê de
Werîsek avêtin xewnên min Û qirçîn ket deriyê dîrokê!
Hê jî nizanim kî ye Mandena! Astiyag têk çû Harpagos xinizî kir Û Kyros dîsa bi ser ket îro
Sîba! destên xwe ji min neke! (Min çiqas xwest ji jinekê hez bikim Janek werbû bi destên min ve her tim< Hêmû jinê min girtî ne li vê xakê) Me kirasê mirinê li xwe kiriye Te xwe bi jiyanê xemilandiye
Digotin: Tu di qorziyên girtîgeha xwekuştinên karesatên me de Rûkeniyek bêarî SÎBA! (Xwediya toqa lanetê û xwedawenda azadiyê) Divê em te bikujin SÎBA! (Olan dida dengê helbestkarekî di deriyê dîrokê de: Li kîjan aliyê Girtîgeha Badoşê ye Tîrêjên rojê< Ez ê çongan bixim erdê Û bidoşim wirdan ji guhanên rojê)
Ax Sîba nûxwira vê xakê Min ta girtiye! Bi serûbinê heyvê ketime Ka tiliya xwe Dax bike eniya min bi teniyê< Bûkekê daniye sorxêliya xwe Di giliya çavên min de Ka biska xwe Lê bixe bi mehra dotmamiyê<
(...)
*Bi destûra helbestvanî ye. **Hûn dikarin dewama helbestê ji pirtûkê bixwînin. ***Ji pirtûka wî Sîba, Weşanxaneya Na, rr: 13-23
Qewlê Newala Sîseban - Şêx Xalid ZibarîHey maşaallah. Zehf xweşe. Ta'rifek béhemta bu jı bo cenga cihade u bı zımane kurdi. Em jı ber vi zımane rengin dızanın ku kafır buye xemgin. Lewra molla saidé kurdi ji dıbeje ez gelek hezdıkım destana qewle newala sisebane. Belè me dit ku sebeba hezkırıne çiye. Serfiraziya we dıxwazım. Spas.
Guliyên Eşqê - Nêrgiz Ismayîlguliyên wan eşqa heyatê ye... doh pirtûka Guliyên Eşqê ji min re anîn.. ez kêfxweş bûm.. tu her bijî delalê.. keçka bajarê evînê