A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ulku Bîngol - Ji Sîba’yê
969 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ulku Bîngol - Ji Sîba’yê

Hespên hesinî li deştekê suwar bûbû
Dev ji nêçîra xwe berdida bazekî jakaw..
Kevroşkek bi dû tajiyekî ketibû
Nepoxfiroşekî şopên zarokan bi ser çiyayekî bêav de dibir
Di newala çemê tîgrîsê de qurîna beqek tî bû
Gopalek dikule!
Dê! dev ji ewled bernade: hebek genim dizî ji tilmoriyekê
Kuta di guçê kitana xwe de û dada devê dergûşekê
-Dojeh, ma ne li binê çend tewekên jêrzemîna erdê bû?-
şûrekî(tawankariya her kesî li ser bû.) yê çend sedsalên berê erîşê korika fanosekê kir û
parçe parçe kir fanos tev ronahiyê…Ebayekî reş heft kîşwer zeft kir di derbekê de!
Vala bû êdî hêlîna şalûlê li qeraxê çemekî(du çavên bêrî bi ber birqa awêneyekê ketibûn)
Dihatim girtin li her der(Di kêliyekê de hezar navnîşan hate gotin ji min re.
Baz didam û dihatim girtin li her navnîşanê…)
Wesemkirî bû çavên min hê(Avzêrkên behrekî diçirûsî dinav keskekî vekirî de)
û gerewa cerdekê bûm êdî di paş deriyê dîrokê de

ji pirtûka Ulku Bîngol - SîBA’yê, beşek