A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ulku Bîngol - Haîkûyên Îlona Nû 'Dengê Pepûkê'
2763 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ulku Bîngol - Haîkûyên Îlona Nû 'Dengê Pepûkê'

Şev zû bihurî
Xewroşkên wî zemanî
Wê bên bîr'a te

Payîza paşîn
Siya başokê d'anî
Kevirê asê

Gul nebişkivîn
Di devê tifingê de
Bêhna barûdê

Li koyê Şingal
Hechecokan av d'anî
Lêvên terikî

Îlona Ba-şûr
Kêr kiş'ya ji kalanê
Dengê pepûkê

Tûm'a hinarê
Venebû li vê hewşê
Piştî wê êşê