A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Tengezarê Marînî - Maçeke Jibîrkirî
142 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Tengezarê Marînî - Maçeke Jibîrkirî

Maçeke jibîrkirî
"Li ser delavê Deryayeke xemgîn“

Li devereke bêxwedî,
stiran, giya
mista destekî şîn.
sîtav azad e,
destpêka salê.
Reng, guhertin, dar.

Li jêr perê ezmên,
çîroka gundiyekî desmal kesk e.
Balinde hildigire
gula gavên min.

Şopa liva te,
di xewa min de,
serxweş e.

Li ber avê,
lêv li ser lêvê, kesk.

Peyv derbas dibe, kesk
silava valahiyê..
şîn helawêstî ye,
roniya avê.
zimanekî gulan heye.
Bêdengiya te.

Sil dibin efsane,
nîgarkêşiya bêganetiyê ye.
Ba rawestiya,
hêza te li qeraxên şevê werar dibe.
Çav tozane, reş e.
Ba guhdêr e,
îro kesek nayê.

Şevîna goristanekê, te vedinivîse,
rengîn,
mezin e dil,
lêvşil..

Sirûd, li serê tiblan
berf e,
dever e,
berf dev li ken e,
demê xwe di pişta hevokê de veşartiye.

Li wir im,
helbesteke nepenî.

*Çavkanî: Helbestên Bijare ên Evînê, Hawar Pirtûk.