A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Tengezarê Marînî - Dojeh
176 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Tengezarê Marînî - Dojeh

Xwe pêdixim
Şikestin
Mîna gulê
Dil serûbinî

Li kolanên ezmên
Ronî helbestan belav dike
Hîn zû ye
Gerdûn derbasî xewnên mirî dibe

Şemalk hene
Tarî ye
Ji xwe ye
Nalîna dawî ye,
Derbasî xewna min dibe.
Payîz e, ma ne weha ye?!

Gav dawî ye
Na ez ne Hamlet im
Ev şev jî vala çû
Tozeewr, gerîneke çavlixwe
Zer e, di katjimêra duzdehê şevê de
Pitpita şevê ye
Bîranîn li ber dergeh
Ax pişt
Guneha bersiva te me.

Awirvedan
Xelek
Zevî
Xewnên min ketin
Benc e êvar
Ken mir
Sîtav kevir e
Hezkirinê miriyan wa…
Navekî girîkî BOSTOS
Daristan
Li jor
Dîwarên ezmên
Keşt
Te sotandin

Çarik
Bazinê dûkêlê
Şev def
Yariya şetrencê
Stêr mij
Mang movik
Mirîd
Ax…duh hatibû guhê min
Zivistan bexçe
gul çilmisî

tawisê semayê
şev..mirin li ber dergeh e
sema derya ewr
vala tu radizî?

Ceng e
Xak giyan
Kavil hesin
Tu radizî

Ba bager bahoz xizmetkar
Barova cengê
Şop
Henas
Henas
Hest
Derya
Qêrîn
Enî
Tu radizî?!

His…
Tu dengê bê dikî?
Ev helbest ji miriyekê re ye
Li pêş min..
Piyala meyê
Sokratos..hiss
Li ser darbestê nepişike
Ez jî dizanim

Çi di min de xweş e?!
Sîtav çimayek
Raz û razanek
Çêra mirinê dikir
Şev ranaze
Li wir
Gul li ber baranê bû
„ were dê biçin, tu û ez”
Ev şev jî vala derbas bû….

*Çavkanî: Helbestên Bijare ên Evînê, Hawar Pirtûk.