A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Temoz Şemalî - Aşotiya Bendîxanê
294 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Temoz Şemalî - Aşotiya Bendîxanê

Li bendî daketina xewnan bû
û spîndar li peydara sibehê
ne berdêla xeman bû,
giraniya dilzariyê
daxwaza veşartî bû
lê encama çûyîna rokê
nikarî ji bajarên kevirî re
soz biguhertana.
Serbilindiya rojekê
siya kendalekî veşartî
ji sibehrojê re
sar dikirin û
bê dudilî dikeniyan û dikeniyan.
Kêlîk-kêlîk çav li rê bûn
û aşotiya di bin çenga tariyê de
destber bû ku
li gêdûkên şermgeha wê
geh li xwe balîne çûyînê
geh li kolanên xwejibîrkirinê
xwe ji bîr bike û
nepirse li vemirandina bîst û sê mûman
ji kesên hêja re.
Ew sîbera tazîbûna memikan
li taldeyî dîwarekî zêrî
birçîtiya dêwekî
rewa dikir,
bi tayên porê guvrîşkî
fediya riwê xwe vedişart
û daxwaz mozîkek xweş bû
li ber guhê keçaniya pîroz.
Ew neditirsî
ji zêdegavkirina sînorên qedexe
ne jî, ji avdana kulîlkên nazikiyê
her tim roja dawiya hefteyê dipa.
Sozên neçar dibûn
qeşmertiya rojeroj;
çêroka salên bihurî
hewal didan.
Li welatê bêdengiyê
li ser sînorên tirsê
di navbera perwîn û gelawêjê de
perên baskên dilniyayê*hildikirin
da ku zeviyên hêviyên xwe
rengîn bikin
û wê ber bi
asoya winda ve bifirînin.
Diz li vî bajarî
li dorhêla mizgeftan
birçî digerin
û geh parsekin,
her yek dizê quncikekî ye
lê dizên peyvan
di bin pêlavên riwê xwe de
veşartîne.
Li kenara riya girî
di despêka rojên windayî de
Dilniya:dilvehesî.
sosinên tî mane; diçelmisin,
rewrewka koçeriyê
li ser doza şevên sêwî
hezkirina vê êvara şil
bi ser berdewamiyê ve
bêyî peyala poşmaniyê vexe
an birjîne
yan bişkîne
dadiwerivîne
û taximên maçên ziwa
di hembêza xwekenînê de
tu carî
nizane jê bigere;
bila li bin dareke henarê
lêv bi lêvan bihelin,
bila zîrkzîrka
deriyê şikefteke kevnar
di nav ahînên derengiyê de
winda bibin,
û ew şûşeyên meyê;
riyên veşartî ronak dikirin
di quncikên nexuya de
veşartî bimînin.
Carna şemalên rengerengî
li ser neynûkên tirskujînê
vêdiketin
û mase
di bin hemî awayên lîskan de
piştxwar dibû.
Tûrê bîranînan
di wê taqê de
hîna di xew de ye;
şev li pey şevê dibezî
û çûn-hatinê di pey re
li ber dîwarê tirsê
hezar pirs
ji stêrên dîn dipirsîn û
li bendî bersivê nedima
da ku nêrgizên şevê
bi birçîtiya evîndaran
ji hêviyan re daqenok* ke.
Ew çar çavên şil
di gewriya derengiya şevê de
li paş deriyên girtî,
nêzîkî nivîna kalemêrekî
ne dil bi cî bûn,
û nekokiya dilekî sar
bi germahiya daxwazan re
berî baran bimiçiqe didome.
Xeydok bû ew roka sibehê
li wan hildihat
gava cîran şiyar dibûn
û kûçikên pez
li ber deriyê sibehê
xew dikirin.
Rojên hefteyê
bi sozên evîndaran
avis dibûn.
Li ber her pencerakê
li bajarokê zanîngeha Helebê
şemal vêdiketin
û mozîka evînhezê
bi dizî bilindibû.
şuştî bû
bi ava gulan
li ber siya dara merxê
ew barana germik,
û sê caran vedigeriya
despêka rêketinên xwe.
Strana maçan
li ber dergeha hetava rojê
silavên seyrana yekşemê
bi ava kaniyên buharê re
ber bi pêşerojeke bextiyar ve
diherikand.
Ne şehreza bû çûyîna rojê
di xwevedizîna narîn de.
Banokiya xwiristê firazmend bû
bi hilpera pinpinîkan
û dîlana henekan re.
Awarte ne
ew nirînên şil
dûrî pencerên keseran,
gava xunav
li ser porê giya
hewesdarê pêrgîniyeke lal bû,
ku fereşîn*mizgîniya
hembêzkirina nenasiyê bike.
Perçivî bûn lêvikên sibehê
bi bagera xatirxwastinê re
û çend hêsirên şor
li pey xûlyanên helwela
dibarandin
û dihate bîra wan
ku çawa surbayên berbangê
riwê derya Spî diniwazt û
ji dara xweşbîniyê
holika şahiyan avadikirin.
Li bendî daketina xewnan bû
û spîndar li peydara sibehê
ne berdêla xeman bû,
li perava deryaya Spî
li geliyê Qendîlê,
sêlax
ji pença awirên kembaw
bi ser bejnên wan ve
diweşî
û dengbilindiya kenê derya
dîlan li dorhêla hêviyan digerand.
Car-caran bi hev re
bi serxweşiya pêlên derya re
dibezîn û dibezîn
û çar çav
li quncikekî veşartî digeriyan
ku tê de
dexwazên nerewa
veşêrin;
an di dergûşa rojan de,
dixewkin.
Guleke sor bû
di nav tiliyên wî de
dikenî
û xwe rahêjî bejna pîroz dikir.
Dihate bîra wî ku
li Eşrefiyê
li gel şeveke veciniqî
pelên gula
bi ser tazîbûna bejna hêviyan ve
diweşandin
û bi hev re
mey ji kaniya êşxweşiyê
vedixwarin,
û fereşteyên payedar
di bin palgehê sibeha sar de
hezar salî
serxweş dipeyivîn.
Pengirî bû şev
ji vegera nedilxwaz,
dirêjiya riya dirêj
hêviyên xwe
bi gurmika tarîtiyê
hildipesart û diramî ku
çawa bîranîn
li ser rûpelan dikenin?
çawa pênûs dikare
li ser rêzan
xamava xwe biherikîne?
xwîşkên şevê
her dem
li siya pêşerojê dipên
û tekê pencera rizyayî
her tim vekirî dima.
Ba li pencereyên tarî û teng
dixîne
lê tîrêjên hevdîtinê
weke mûjên rezên tî,mane,
perspanê qeşmertiyê
li ser riwê tariyê
di nav xaliya bilindiyê de
paldayî bû.
Li nêzîkî stranên
pîrejinên rîs dirêstin,
bi tayek ji rîsê wan
rîhanên tolhildanê
di valahiya tarûmar de
girêdidan.
Kanî
di reşika çavên zirarê de
bi pênûsekî belengaz
diherikandin
û gewriya bilbilan
berê bi bêdengiyê çirandibûn.
Darên hejîrê
li qiracê gundên kembax kirine
li bendî qufên vala
hêsir dibarandin
û yên dûrî me dijîn
nikarin bên.
Dirûmê xweşbîniyê
di nav destên rastiyê de
li deşta ahoyên kedî
nimêja sirûdeke nexwendî
ji pirtûka pêximberên veşartî re
tisî û ziwa nedikirin
û toz ji ser gulên xewnan
nediweşandin.
Bi tiliyên dilçûnê
xewa memikên bel nedirevandin
gava nanê evînê
li ser sêla demê dibirajtin
û li nav axa vî çiyayê ha
di nav lêvên birçîtiyê de
kevala padşehekî nûgiha
ferhenga rengên rêzbendiya rengan
dadiqurtandin.
Taya xwenasînê
birayê hêviyên pûç e.
darên tiwê
li hewşa bapîrê wan
zarokên gund dicivandin
û bi keviran
davêtin şaxên hêviyên lal,
li bendî daketina xewnan bû
û spîndar li peydara sibehê
ne berdêla xeman bû.
Sor û reş bûn
sawîrên tirsê
di sivikbûna bayê şevê de
li dor textê xûlyanan
toz û kulxanê
xew revandibûn.
Razî nebûn ew dozên leng;
bi windahiya nexşên cîwariyê
tîmar dikirin.
Rengên êşîka tirsê
simên xêrê
li ser riwê coka kaviliyê nedajotin
û rêçikên dilê kediya biyaniyê
dorpêç dikirin,
ên ku zanin jî;
li perava şevê
xilmaş dibûn.
pûtên nêzîkî nivîna lavedaran
di tariya dereng de
bi aramiya ramanên asê
lavên xwe dixwendin.
Xeydokiya rojê
bi ahînên bayê nazik
ji bayê nazik re
kirasê tenahiya şevê direvand
û rengên sor û reş
bi hev dildanew dibûn.
Ji taxên bîrêkirina hevalan
hespên rewan
berdidan sîka cîwarê
gerîna bayê gerdişên çirûk
hilweşîn jî, rêhevalê xêrê bû.
Bi rengên kîjan sawîran
xirbeliqa maçên dilniya
deriyê gulyazên nepijî derbas kirine?
û zebanên derengiya xwegevizînê
di toza vegevzîna
lavlava gevzandina maçên evîndaran de
rû qermiçokî digriyan.
Ma ne Keşîşên mizgeftên SOMER
xwediyên qehbikên mizgeftan bûn.
Pûtên li rex textên lerizîna xweşiyê
dawîneka reşikahiya reşiya şevê
bi zimanê berbangê dalêstin.
Êşek bû;
Xweşî bû
sîka milbenda heyvê;
di jêrî lêvên ezmên de
pîvanê
xwîşka zilika evdaliyê ditirsand.
Paşmangirên cewahîrên sicika zer
pelên nenasiya derengiyê diparêztin.
Gihiştiya neynûkên mizginiya giha
bi çavên narvînê
di pencereya xwegihandinê de
kilîta rengên aramiyê didîtin
û doza berdewamiyê berdewam dikirin.
Geh têkçûnê şopa wêrekiyê dajot
geh serkeftinê şopa daxwazan dajot
û bihîstokê
bihîstoka dilan şiyardar dikir.
Kerr û kor bûn
ev pergalên cîhanê
li ber agirê ferşteyên azadiyê,
koşeyên pêlanên qehbetiyê
tîbûna stêrên PAZDEHÊ şIBATÊ
venedişartin
û di bin çemekî jar de
birçîtiyê, birçîbûn têr nedikir.
Xemsariya barîna barana buharê
li cobela hewşa bervejêriya dînbûnê
toz û kulxan çêdikir
û bi keriyên dîngeyên zêtûnên Efrînê
sar digeriyan.
çêrokbêj
lênûsa rojên şimîtok
bi şikandina peyalên
xweliya agirekî sor û reş re
bintoz dikir.
Bilindiya dengê şerê mihrivaniyê
pêçandina cixarakê
ji tûtina Mûşê bû
di nav tiliyên kalemêrekî de.
Hilma devê gurekî
koçeriya belavkirina giriyê xweşiyê bû,
ger xêr karê Ahora ye
û guneh payedarê gelhotiya sibehê ye
ma pariyên parçenanekî şewitî
di berîka kîjan roja destladar de maye?
Agirê dojehê
bi ser merovahiyê ve
hêsirên gunehbariya xembar vedixwar
û lukmandina gavmeşîna bêhrîkirinê
li nav berfa çewtiyê
berfîna rengîn dikenand.
Neşya dibû
ji nav destên xatirxwastinê
riya lîskeke veşartî
û dizîtiya şemiya narîn didizî.
Xelata kamên nediyar
ji her derfeteke sor û reş re
diyar dikir.
Sê mehan
barana salê tî mabû;
li herdu aliyên evîndar
ewrên rengerengî dorpêçkar bû,
navend û şêpa windahiyê
li ber dergeha rêwîtiyê
maçan bi maçan
sawîrên tengiya kûraniyê
ji xwe re şirovedikirin
û tîqtîqên herî buha
li ser maseya erzaniyê biderdidan.
Hinê ji te re
bişkovê kurtikê bendewariyê
û vê re
kilîta qulpên veşarê xavbûyî,
nîgarên giyana xwîşka kêlîlkan
di serjimartina gunehên şevê de
dîwar zêdegav dikirin.
Pencereyên min ên hesinî
ne gunehbarin
ne jî, xêr cureya hesinê pencereya dizane.
Ewrên gundê me
pir bilindin;
sêwiyên rojê
nikarin memikên asmanan
xweşik binoşin.
Tîrêjên valahiyê
nêzîkî devê xêrê ye
û kebaniya sermemikên dilpijiyê ne.
Mehîka zemînê
şahiya salê avdide,
baran mêrê zemînê ye
û zemîn dayika xêrê ye,
ger bendewarî berxwebide
tirsa min e
ku buhara bîrêkirinê bişewite.
Êşa hewildanê
di bin fîstanê rûsar de
zimanê têkçûnê şil dike
û beşa tarmariya girîzeyê
hembêz dike.
Bawermend e
bi baweriyên pûç û xav
li rex pijîna simbilên pijî
û zeviyên doza rastiyê.
Daristanên keçîlok
hembêz kiribûn
navberên teng û tarî
û cîwarê xweşiyê
di sîka daran de
serî hildide.
Deryaya ronahiyê
deriyê şilbûna derî vedikir
ronak dihişt
û sist nedibûn cotkevirên
di sînga rojê de
Hesp di zeviyên darên zêtûnê de
har dibeziyan
û govdeyên vala
ji salên dûr;
maçên koçber
ji navberên ronak vedixwarin,
ahînên tî
li nav hêtên rûçiqandî
stûnên konê kamên birçî ne.
Li paş gewriya şermgehê
zimanê têriyê digere
û zilika bendîxanê
bi cixara nav lêvên min re
her girgîne.
Ji bo kanî bi herikîna ava xwe
pirtir şilbibe;
avika sermediyê
zeviyê kamên rêwiyên şevê
bi heft stêrên bihuştê ronak bike.
Keştiyên berbanga hewesên dilxwaz
xwîşka berbirêketina şêpên windahiyê ne,
deriyê derya deriyên vekirî
girêka zimanê tirsê
bi şilbûna şermgeha fedyok vedikir.
Efrodêt sînorên şipya
derbas dikir
û buharê xwe ji salê re
tazî dikir,
û giya xwe ji zincîrên zivistanê
bi hêz rizgar dikir,
û dengê bilbilan li geliyê ha
ji nuh ve bilind dibe
û nîvroj hingiv
ji memikên rojê dimije.
Serxweşê evînê
Pişta gunehan
bi dara xweşiyê hilpesart
û rûyê sar
di buhara sînga rojê de
serxweş digerand.
Ta ava jînê
ji kehniyên zuha
biherike
çeliqîna çîhanê û pengirîna xwedê
li ezmanê xûlyanan
xweş bifire.
Siwarê riyên dûr
li hespê reş
bê dudilî siwar bû
û zemîn di bin lingên wan de
dilerizî.
Ahîn hevalê baranê bûn;
û ji ewran
dadiwerivî ser riwê bêçariyê.
çav ji çavan têr nedibûn,
lêv bi lêvan diheliya
û rê di bin lingên hespan de
winda dibû.
Ken
li ber dergeha lêvên şevê
birajtineke payîzê kedî dikir.
Va ezê li bendî daketina te rawest im
ta çêlikên aramiyê
memikên sibehê dimijin
û riwê roja sergul
bi aramiya xwe dimalêşin.
Ji bîrneke
li bin konên azadîxwazan
her tim birîndar hene;
ez jî, di baweriyên xwe de
hevaltiya wan dikim.
Dibe ku anjiyana mehîka şevê
kefa li ser ava bendîxanê
zuha bike
an bi zêta şermgeha hevdîtina dereng ke
lê ez li virim
her tim li bendî te me.
Ji bîrneke ew rumen poz kuh
di deriyên xewnan de
çek dibin
meya ji ber lêvên rêpanê mane ne.
Serxweşên evînê
ên di quncikên neynikên demê de
dişipin,
hemiyan evîna min naskirin e!
hemiyan peyalên rêçûnhatina min
naskirin e!!
hemî kevirên bendîxana lalik
bi keçaniya bendewariyê dikenin.
Ew hejmara baskokirî
di devê pênûsê avdarê de
çêlikan dikin.
Hejîrên bi darên bilind ve
hişk bûne
hîna li bendî qufên havînê ne,
ji bo qurbanên avdarê
mîna giyayê havînê
hişk nebin
û lawên dêxûnsistan
dîsa bi xwe nekenin.
Ev bayê
di kolanên azadiyê re tê
ez nizanim çima ev qas parçe dibe?!
xuyaye carekê
taştiyeke kurmancî xwariye,
yan carekê
ji kehniya sikretêrên me
vexwariye.
Ev hejmara sermedî
ji doza revîna
şermiya sor û reş
bi rengê dazdeh gulên salê
serî hildide.
Ev kesên ji despêka buharê ve
li bendî gupikdana darên tiwê,
li bendî bişkivîna
şîlanên çiya ne jî,
van kasên ji destpêka şevê ve
li bendî daketina xewnan
li bendî qurmiçandina çavên rastiyê ne jî.
Bê tirs
deriyên yaxîbûna lewendiyê vedikirin
û dojeha bedbînê
li rex wan dadiqurtandin.
Dem buhare
bihna kulîlkên evînê
îşev perdên xwegirtinê
bêyî ku
li zengilê şermgeha tirsê xîne
derbas kirine.
de dakeve rûşemalê
ji belkona xewnên xwe,
birûskên zuha
kederên derengiyê diçirisînin
û birûskên şil
rojên geyaya hêviyan
rûgeş dikin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê