A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Tahir Dînarî - Tu Nayê
404 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Tahir Dînarî - Tu Nayê

Siba dibê ezê bêm û tu nayê
şensê min kor her li ber hêviyayê

Xilas nabin herroj seet û heftî
Carek di nav destê min tû nekeftî

Bûrîn demsal li berbayê wekî zil
Têm û diçim min nedît çavê bikil

Kar û mal û dîn min berda mam betal
Da kû bê nik min periya çav xezal

Her kesî hevdû girtiye bûne cot
Belê yamin wê dil li min kirye sot

Berê hişk bûm wextekî wek kelemper
Ne di lebitîm ji ber icac û bager

Lê dilgirê bi birh û çav û awir
Taqet û rewan û giyan ji min bir

Li ber deryê te min hişkirye winda
Dewran didim ey xanim wekû kunda

Rastî xizan û feqîr û parsekim
Ne babetê bejn û qirka werdekim

Bihêle bighim ez carek mirazê
çengan deynim li ser mil û boxazê

Em biçin nav bax û mêrg û kaniya
Temaşekin hem li deşt û baniya

Guh bidin em dengê bilbil û qumrî
Hilmê bikşînin ji kûlilkên xemrî

Bavêj êdî bes tû vê kîn û şermê
Em bişkînin sir û sermê bi germê

Tû zanî dînarî ev hivde salin
Derd û birîn û kûl lê bêjimarin