A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
T. S. Eliot - Mirina Bi Avê
195 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

T. S. Eliot - Mirina Bi Avê

Phlebas fînîqî, miriyekî berî du heftiyan e
Qîrîna balendeyê avê ji bîr kir, û lehiya binê derya
û bidestxistina pera û windakirina wan.
Rûbarekî di bin derya de
Hêdîka hestiyên wî rakirin. Dema bilind dibû û bi jêr de diçû
Pileyên temenê xwe û xortaniya xwe derbas kirin
Kete avbelîskê.
Necihû yan cihû
Oh tu yê çerxê digerînî û li aliyê ba dinerî,
Bera Phlebas li ber çavê te be, yê carekê bedew bû û
Bejin dirêj bû mîna te.

Ji ingilîzî : Ebdulrehman Efîf