A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
T. S. Eliot - Lîskeke Şetrencê
170 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

T. S. Eliot - Lîskeke Şetrencê

Kenebeya ko tê de rûniştibû, mîna textê qiralekî şewqdar li ser mermerê
çirisî,li cihê ko neynikê,
Li ser lingine bi textê rezê tirî çêkirî
jê Cupidon serê xwe derxistibû
(Yekî din çavên xwe di bin baskên xwe de veşartibû),
şewqên mûmdanka heftşaxîn dutaq dikir
Ronahî li ser masê belav dikir dema
çirûskên morîkên wê radibûn da bigihêjin wê,
ji hêla sindoqên tije yên hevirmêşîn. lewenta wê ya seyr di qutîkine ji acê û şûşenine rengîn
Devvekirî, xwe
hiltanî,
melhemine, bodirine, yan bi awakî lihevketî -avînî, hest
şaş û bin avî xweşbêhnekê dikirin; şiyarbûyî
ji aliyê ba ve
yê ji hêla pencerê de dirabû, û wiha
guliyên agirê mûmdankê qalind dibûn
û hildikişiyan,
dûmana xwe davêtin laquearia,
û neqş û awayên banê textîn
Beştine deryayî bi nihas bedewkirî
Vêdiketin kesk û pirtiqalî, bi kevirê rengereng
Pirwazkirî,
Di ronahiya wê ya kovan de delfînekî textîn avjenî dikir.
Li ser cihê êgir hatibû daliqandin
Têbê pencereyek bi ser dîmenekê darstanî de vedibe
Guhertina Philomel, ya ko qiralê berberî
Bi kûvîtî ew ji keçikanî xistibû ; ta aniha bilbil
Hemû biyaban bi dengekî pîroz nebirînbar dadigirt
û ew digiriya, û hîn cîhan bi dû de bû,
`den den` ji guhên qirêj re.
û depine din zuhabûyî yên zemên
çîroka wan li ser dîwêr bû; awanine bi dirêjayî dinerîn
Diketin, xwe dirêj dikirin, ode bi hêmeniyê dipêçan.
Dengên lingan li ser derencan kirin reperep.
Li jêrî ronahiya êgir, di bin firçê de, porê wê
Filitî bi niqtenine agirîn
çirisîn di gotinan de, û bêdengiyek kûvî.
`Rehên min pirr xerab in vê şevê. Erê , pîs in. Bi min re
bimîne.
Bi min re biaxive. çima tu yekcar naaxivî. Biaxive.
Tu di çi de diramî ? çi diponijî ? çi ?
Ez yekcar nizanim tu di çi de difikirî. Diramî.`
Ez dibêm em li rêdaristana mişkan in
Cihê zilamên mirî lê hestiyên xwe winda kirine.
`Ew çi qareqar e?´
Ba li jêrî derî.
`Ev çi qareqar e ji nû ve? Ba çi dike?´
Ne tiştek e dîsa netiştek.
`Ma
Tu tiştekî nizanî? Ma te ti tişt nedîtiye? Tê
Bîra te
Netiştek ?`
Tê bîra min
Ew niha durr in yên berê çavên wî bûn.
` Tu sax î, yan na? Ma ti tişt di serê te de
nîne?´

Oh oh oh oh ew mûzîka şikispîriyane-
çiqasî xweş e
çi jîrek e
`Divê ez aniha çi bikim? Divê ez çi bikim?
Divê bazbidim derve wilo wek xwe, di kolanê de bibezim
Bi porê xwe yê bi jêr de, wisa. Emê çi bikin
Sibe?
Ma bi giştî divê em çi bikin?´
Ava germ saet deh.
û ko baran bariya, tirimbêleke girtî saet çar.
û divê em lîskeke şetrencê bilîzin,
Dema mêrê Lil ji leşkeriyê vegeriya, min got—
Min gotinên xwe tenik nekirin, min bi xwe jê re got,
De bilezîne ji kerema xwe re dem e
Va ye Albert vedigere, xwe piçekî
Biedilîne.
Wê bixwaze nas bike bê ka te çi bi pereyên wî
Dabûne te
Bo tu hineke diran ji xwe re çêbikî, kiriye. Wî wisa kir, ez li wir bûm.
Divê tu wan giştika bavêjî, Lil, û ji xwe re taximekî Xweşik çêbikî,
Wî got, ez sûnd dixwim, ez nikarim li te binerim.
û ez jî nikarim, min got, û di Albertê
Belengaz de bifikire,
Ev heye pênc sal ew li leşkeriyê ye, ew demekê
Xweş hêvî dike.
û ko tu nedêyê. Hinine din hene, min
Got.
Oh ma hene, wê got. Erê wisa, min got
îcar ez dê nas bikim bê sipasiya kê bikim, wê got, û awirek
Li min veda.
Bilezîne ji kerema xwe re dem e
Ko tu jê hez nekî tu dikarî wisa berdewam bikî, min got.
Lê ko Albert çû, wê sedem ne sedema kêmgotinê be.
Divê tu fedî bikî, min got, ko wisa pîr
Tu xuyanî dikî.
( û ew tenê hîn sîh û yek salî ye.)
Ne bi destê min e, wê got, bi rûyekî dirêjbûyî
Ji wan hebên ez dixwim, bo avis nebim, wê got.
( Pênc zarwên wê hene, û hema miribû
bi anîna George re.)
Yê kîmyager got wê hertişt baş bibe, lê yekcar
Ne a berê me.
Tu bêhişek birra yî, min got.
Baş e, tê binere, ko Albert dev ji te berneda, min
Got
îca çima hûn zewicîne ko hûn zarokan
Naxwazin?
Ecele bike ji kerema xwe re dem e
Baş e, wê yekşemê Albert li mal bû, rehnê
Berazekî biraştibûn,
û wan ez mêvandarî şîvê kirim, bo xweşbûnê
Bi hev re em par bikin ho—
Bilezîne ji kerema xwe re dem e
Bilezîne ji kerema xwe re dem e
şev baş Bill. şev baş Lou. şev baş May.
şev baş. Ta ta. şev baş. şev baş.
şev baş, pîrekino, şev baş, pîrekên şêrîn, şev
Baş, şev baş.

Ji ingilîzî : Ebdulrehman Efîf