A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
T. S. Eliot - La Figlia Che Piange
185 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

T. S. Eliot - La Figlia Che Piange

O quam te memorem virgo...
...
Raweste li ser pêpelûka jorîn a derenceyê -
Pala xwe bide guldankeke bêxçe -
Bihûne, bihûne tavê li porê xwe -
Hembêz bike kulîlkên xwe bi matmayîneke liyan -
Wan daweşîne erdê û bizivire
Bi dilmayîneke derbeder di çavên te de:
Lêbelê bihûne, bihûne tavê li porê xwe.

Min destê wî wiha ji wê dikir,
Min keçik wiha aş dikir, dikire nava xeman,
Wî wiha dihişt diçû
Wekî giyan bedenê diriyayî û bi kul û bi birîn bihêle,
Wekî hiş bedena ku bi kar aniye çol bike.
Min diviya peyda bikira
Riyeke bê hevta ronî û şareza,
Riyeke ku me her duyan jî fam bikira,
Hêsan û bêsoz û bêqerar, mîna kenekî û desthejandinekê.

Wê berê xwe da çû, lê bi hewaya payîzê re
Bi rojan dor li aşopa min girt,
Bi rojan û bi saetan:
Porê wê li ser milên wê û milên wê tijî kulîlk.
û metel im çawa bi hev re dibûn!
Ez ê ji jestekê û ji bizavekê bimama.
Carinan ev ponijan hê jî şaşwaz dikin
Nîvşevên şepirze û vêsanên danê nîvro.

Ji Ingilîzî: Kawa Nemir, "Welatê Bejî û Deh Koroyên `The Rock`ê", r. 42, Weşanên Bajar
(La Figlia Che Piange: Xamaya Ku Digirî)
(O quam te memorem virgo: bi Latînî, Lêlê keça xama, bi kîjan navî te bi nav bikim?)