A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
T. S. Eliot - Çarşema Pîroz
254 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

T. S. Eliot - Çarşema Pîroz

ji ber ku hêvî nakim vegerim cardin
ji ber ku hêvî nakim
ji ber ku hêvî nakim vegerim
Şabaşa vî mirovî û derfeta wî mirovî min navê
Nema hewla tiştên wisa hewl didim
(Eyloyê pîr baskên xwe bo çi rakişîne?)
Bo çi şînê bigerînim
Li ser hêza xuricî ya fermanrewatiya asayî?

Ji ber ku hêvî nakim nas bikim cardin
Mirêsa lawaz a dema misoger
Ji ber ku nafikirim
Ji ber ku nas dikim ez ê nas nekim
Hêzeke dembûrî yî rastîn
Ji ber ku nikarim vexwim
Li wir, ku dar dibişkivin û çavkanî dikişin,
ji ber ku li wir tu tişt tune cardin

Ji ber ku pê dizanim dem her dem dem e
Û cî her dem û bi tenê cî ye
Û her çiyê rast e bi tenê bo carekê ye
Û bi tenê bo ciyekî ye
Şad im ku tişt çawa bin wek xwe ne û
Dev ji rûyê pîrozkirî berdidim
Û dev ji deng berdidim
Ji ber ku nikarim hêvî bikim vegerim cardin
Dawiya dawîn, şad im ku min tiştek ava kir
Ku li ser wê şad bibim
Û berzûrî Xwedê dibim da ku li me dilovaniyê bike
Û berzûrî dibim ku bikaribim ji bîr bikim
Van pirsên ku li ser bi xwe re gelekî dikevim devjeniyê
Gelekî rave dikim
Ji ber ku hêvî nakim vegerim cardin
Bila ev peyv bibersivînin
Lewma çi bê kirin wê neyê kirin cardin
Dibe ku daraz gelekî giran nebe li ser me
Ji ber ku ev bask nema baskên firînê ne
Lê bi tenê pêşmerge ne, ku hewayê têk bibin
Hewaya ku niha têk de biçûk û hişk e
Ji viyanê biçûktir û hişktir
Me fêrî xemxurî û xemnexuriyê bike
Me fêrî runiştina hêmin bike.

Niha û di saeta mirina me de ji bo me berzûrî bikin gunehkarno
Niha û di saeta mirina me de ji bo me berzûrî bikin.

*Beşa ewil ji helbesta Çarşema Pîroz
*Werger: Kawa Nemir
*Welatê Bejî û Deh Koroyên `The Rock`ê
(T.S. Eliot)