A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sosin - Min Dît
103 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sosin - Min Dît

Mîna ava berfê
ya li ber
tava buharê
helyayî
diherikî bi ser
giyanê min de
weke helbesteke te
vegera hebûna te
lê ew hew xewn bû

min dît

Hişyar dikî
rondikên dilê min
bi pejna xunavên
buhara evîna xwe ya
ji sosretên qederê
sermest
axxxxxx
axxx te zanîba !!!!!!
te zanîba çiqas xweş bû
vegera te.....
jê xweştir bû
herikina rondikên min
li pey xunavên buhara
evîna te ya
ji sosretên qederê
sermest
buhara duyemîn dijiya
temenê min
lê mixabin
ew tenê
xewn bû min dît.......

min dît

ser jê dikir
dasa qedera te
erê erê
dasa qedera te bû
ser jê dikir
û li ber babisoka
sosretên xwe
bejna sosina rihê min
dişkand !!!!!!!!!
sosina temenekî evîndar bû
bê dirî û kelem bû
weke nûzadekî
bê guneh bû
erê lo evîndaro
dasa te pişta sosinê şkenand
hewaaaaaaaaaaar
hewar êşeke nekeş bû
bê sînor bû
haho ma ew jî evîn bû?
an tol bû !
te ji sosina bejin zirav hilanî
tola çi bû ........
pir ne xweş bû
ne jî xewn bû
rastiya
evîneke kovandar bû
domahiya
nakokiyên hestek û
heşekî

xwezya ew jî xewn bû ya
Helbestên din ên Helbestvanî/ê
Soz
123
0