A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sohrab Sepehrî - û Peyamek Li Ser Rê
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sohrab Sepehrî - û Peyamek Li Ser Rê

Rojekê
Ezê bêm, û peyamekê bênim.
Li rehan, ezê ronahiyê birêjim.
Û ezê deng vedim: hûn ey selikên we tije xewn! min sêv anîn, sêvên sor ên hetavê.

Ezê bêm, yasemînê bi parsek bidim.
Jineke delal a cuzamî, guharekî din pê bibexşim.
Ji kor re ezê bibêjim: çi hêjayî temaşeyê ye baxçe!
Ezê bibim çerçiyek, bigerim li kuçeyan, bang bikim: hoo şebnem, şebnem, şebnem.
Rêwiyek dê bibêje: “bi rastî, şeveke tarî ye”, ezê kadizekê pê bidim.
Keçikeke bêpê li ser pirê ye, ezê Komika Sêwiyan bi gerdena wê ve hilavêsim.
Herçî dijûn e, ezê ji ser lêvan rakim.
Herçî dîwar e, ezê ji binî hilweşînim.
Ezê ji rêbiran re bibêjim: karwanek hat barê wî bişirîn!
Ezê ewrê parçe bikim.
Ezê girê bidim, çavan bi hetavê, dilan bi eşqê, siyan bi avê, çiqlan bi bê.
Û ezê bi hev ve girê bidim, xewna zarokan bi çîrewîra sîsirkan.
Ezê bafirokan bi hewa de berdim.
Ezê guldankan av bidim.

Ezê bêm, giyayê şîn î dilnewaziyê birêjim ber hespan, çêlekan.
Ji mehîneke tî re, ezê dewla şebnemê bînim.
Kerekî xurifî li ser rê, ezê berdim mêşên wî ji ser.

Ezê bêm ser her dîwarî, qerenfîlekê biçênim.
Li jêr her pencereyê, şi’rekê bixwênim.
Her qijikekê, darkacekê pê bidim.
Ji mar re ezê bibêjim: çi xwedî mezinahî ye beq!
Ezê aştiyê bidim.
Bidim naskirin.
Bimeşim.
Ronahiyê vexwim.
Ezê hez bikim.

*Ji dîwana “Hecm-e Sebz (Hecmê Kesk)”.
Ji Farsî: Osman Mehmed
Têbinî: Ev şi`r di berî niha di Kovara Çirûskê de hatiye weşandin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê