Sobarê Arî - Rojgar
Bînerê dîrok û dewran vame xembarîme ez
şermezarê rojhelatê bê hevalkarîme ez
Ez giham sedsale bîstan min xweşî her dûr didît
Bagerê çerxa zemînim jor û jêr barîme ez
Rojhelatê kes nema bindest û jar û bê welat
Ez tenê dîl û reben, kola û çokarîme ez
Leşkerê Osman û Faris çûne çaldêran bi şûr
Bin lepê cenga giranim parçe zîvarîme ez
Dane ser min Saykis û Pîko du parçe kirne çar
Ez girêdam hilweşandim rondikê harîme ez
Pê Zinara reş, Cezayir, pişt ve hatin kemberê
Erzeromê zend bi zincîr, bê gunah qarîme ez
çar milê min bombe mawî nav rik û penc û direh
Ez di nêv hirç û gur û rovî û keftarîme ez
Ejdehak, şah û Xumênî her Etaturk û Sedam
Mît û Savak û E`malet mame bê warîme ez
Xalid û Mensor, Hecacê hov,Yezîd û Mîr O`mer
Qirkirim b,navê Xudê, go gawirê Arîme ez
( Ey Felek ) kanî tu şêxo bo çi nêrgiz çilmisîn?
Av û axa min qirêj bû bîn bi genyarîme ez
Kuştiyê Dokan û Xormal, koçberê şingal û Wan
Rondikê çavê Helepça, Zêwe bêçarîme ez
( kîme ez? )* îro Cegerxwîn va şeveq* Ronak* didê
şoreşa Azad* û Aştî * ez Reşo Darîme* ez
Pir Xudênasim bi bawer, ez Birahîmê Xelîl
Laleş û Cûdyê mirada bîr û biryarîme ez
Zendevist û agirê Zerdeşt dipilhim ber bi jor
Mezdik û Manî di pûtxana Mugê tarîme ez
Himberî Cengîz û Holako, û Tîmorling bi sîng
Pêşberî Iskenderê Romî û Tatarîme ez
Silhedînê nêv Hitînê Xaçperest himber neman
Vaye îro ez bi destê wan xwedî parîme ez
Bogevanê Deysem û Guhderz di cenga dijminî
Her dema kax germ dibê sorpêt û dijwarîme ez
Rabe şêrko ka Riza, Kurmanc li bin linga rizîn
Ser milê Zengî lexab tajon bi hevsarîme ez
Ristemê Zalim siwarê Rexş û gurz û şûr bi dest
Serpepana hirmijim şêrê di kuntarîme ez
şah Hefîd û Xane Dimdim, mîrikên Botan û Zend
Xan şeref, nama Cizîrî mûm û zanyarîme ez
Sîfer û Belgname Bexdad min sitand mafê bi zor
çarçira mizgîn Mehabatê ve pêdarîme ez
şêx Se’îdim, ez Fuwadim, Pa Bedirxanê mezin
Serkeşê Qazî û Qasimlo bi sêdarîme ez
Xencera Ihsan û Nehrî, canbizarê bê jimar
Cengevanê Agirî bejna sipîndarîme ez
Enter û Gonî di nosim va Qenatî Kurd ziman
Mîr Celadet, her Reşîdim xame damarîme ez
Vame pêşmergê Hela Gurdim li hember xwînmijan
Vame Barzan qehremanê sirt û serdarîme ez
Ocelanê pêşrewim doza me xwîna sor divê
Qerqerê Kendî û Simko, qîr û zîmarîme ez
Talebanî ey serok navê me çû koma gelan
Bigre Kerkok, Babe Gurgur, al û komarîme ez
Min li Qamişlo serî hilda, pilingim girs û beng
Peykerê hova şikandin baz û şunqarîme ez
Rabe Axayê Deqorî, Sînema A`modê sot
E`leqemşê, gelye Zîlan, her di nav arîme ez
Rabe M`aşoq nû durustî ketye ola Mehmedî
Peyrewim nû, ez Egîdim tîr ji nobarîme ez
Dêrik û Mako, Seqiz barîm wekî pêl û lehî
Perdeyê tarî çirandin sîng bi dîwarîme ez
Ameda Mezlom û Xeyrî, ez Kemal Pîr û Yeşar
Qoç û zindanê neyara deng û navdarîme ez
Ez çemê Aras û Hîzil nav dilê Mîtan û Lor
Xuşxuşa Diclê, Feratim şahê cobarîme ez
Xeml û xêza Zîn û şêrîn, ew Xeca Sîpan Xelat
çarika Leyla û Zana berf û hîzarîme ez
Reng ji kesk û sor û zer tê kesrewan û şalûşap
Agirê Newroz û Kawayê Hesinkarîme ez
Sûnd bi Pirtûka Reş û Yezdan û Tawosê Melek
Bang ji tenbûra şivanim perwerê karîme ez
Ev Birakuştin çima?, daxwaz û armanc her yekin
Yek ziman û al û parçe, qurmekî darîme ez
Zaz û Bext û Lor û Kelhor, Mad û Kurmanc û Gudî
Nayir û Mîdê serî hişk xwîn û ra Arîme ez
Payetextî ez dibînim, dox bi dest û tox serî
Va dema min hate hofik çerx û rojgarîme ez
Bênvedan min qet nedît rext û çekê min tim mila
Perwerê bindest û jara Goş û Sobarîme ez.