A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sobarê Arî - Ey Welato
130 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sobarê Arî - Ey Welato

Ey welato pa kelato va li ser sînga xeşim
Her zinatî, çend şelatî xwendina kurdî neşim

Em nenasin nêv himêzên dayik û bavê xwede
Xwînmija sînor didanîn bin firok û hilxişim

Herdemî yasa dixwênin lê welatê min ne tê
Havilê xakê dimêjin ez tenê va bê beşim

Min li cîhanê nihêrî mû serî wêran hemî
Kes nema îro li bindest ez tenê mam bextreşim

çend Misilman va li Kosovo didan wa dewletek
Kurd bi milyona li bin çengê misilmanê xeşim

Ey welato xweş feraşîn û çemê boşê fireh
Va li bin linga pelaxim, bende hêlma fişfişim

Bûne serdarê me nandoz dest dirêj hovê keleş
Ez di nav baxê xwe toşim ez ji bo wa cînişim

Leşkerê hova li ser sînga me hevdo dane fît
Ey siwarê cenge baza ma gelo bê serkeşim

Her Beko pîs, sed hezar (El-emin, Savak û Mît)
Pê firoka top legana, her divên ez hilweşim

Kevnetorê min dizîn, şûnê didan Tizbî, Siwak
Dan serê min şaşik û keskê nikarim pê meşim

Her dibên ol kêfe, lê wan xak birin zorê bi şûr
Yek Xuda, em tev bira, bo wan bi gor û canveşim

Bo hezar salê me bindestê (bira) bê nav û deng
Rojekî mafê me nadin, ta niha ez bê hişim

Wa ji bîra min birin, Cûdî miradê herkesî
Wan berê min dan Mekê,wextê ber û ol Laleşim

Min Qudis rizgaer dikir xwîna xwe ser şamê dida
Piştve hatin rakirim gotin biyan û qayişim

Ey Xuda navê te ser qadê bi xwîna sor nivîs
Ta niha sêwî li ber deryê ( bira) hê rû reşim

Ol firotin kuştin û talan didan malê gelan
Bûm lehîstok Nerd û şetrenc her bi desta kişkişim

Ey welato rabe îro roj ve hat derxîn mejî
Wer bişû zenga nezanî perde toza daweşim

Pencera hew dade ber bayê siba nû hilbibê
Ka binêr çawa bi zanînê serî raman geşim

Dil tejî omîd û hêvî, kom bi kom girtî bizûz
Kemberê hişkî girêdan ger teqim agir xweşim

Go nezanê, guh bidê gundî li cînara binêr
Guh bidin SOBAR çi bêjim, raperîn û şoreşim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê