A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Siyahpûş - Dilberek Min Dî Bi Çavan
806 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Siyahpûş - Dilberek Min Dî Bi Çavan

Dilberek min dî bi çavan
Sed elif pabûsî bû
Agirek berda hinavan
şemh û der fanûsî bû.

şemh û rihniya zilamê
Agirek berda di amê
Zilf û xalên û temamî
Qeyd kirin mehbûs bi damê
şerbeta şîrînkelamê
Terkî min nadit midamê
Sed şikir îro selamê
Kir li min taze xulamê
şerh û teqrîrê Isamê
Fikr û teswîrê kelamê
Reng û elwanê di Camî
şibhetî tawûsî bû.

şibhetî çavê duyengê
Qews û ebrûyê du bengê
Mir-reyê tîra xedengê
Zilf û xal û xuncerengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Neqşê maçîn û firengê
Qet ne ma qet wî çi rengî
Hikmeta Têmûr û lengî
Sifdera mêrê du cengê
şêr û mexmûr û pilingê
Sed hezaran wek bişengê
Hikmekî kawûsî bû.

Min qebûl e hikmê rindan
Serxweş û sûretlewendan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Ketme tora lehl û xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefşe bim wek gaz û sindan
Dil hedef kir tîr li min dan
Lê ji halê mestemendan
Bê eded cewher bi min dan
Lewmenoşê can bi der dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Lê li min casûsî bû.

Lê li min berda girînê
Mihbeta wê nazenînê
Bê sebeb ketme nivînê
Ax û efxan û enînê
Lê ji ber hisna şerînê
şeq bû bedra yasemînê
Kanî hûra ser zemînê
Carekê bête girînê
Ev bi xef, hal im bibînî
Merhema bavê birînê
Zilf û xal û xemrevînê
Bo me calînosî bû.

Zilf û xal û mest û naz e
Işweyê wan xemzebaz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Lê ji eşqa rûyê faze
Cerd dikin ehlê mecazê
Ta sedî yasî û qaze
Xef dibin esrar û raze
Ez çi kim sewm û nemaz e
Kar û şixl û bê niyaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Dil wekî naqûsî bû.

Dil ebîr û mest û mîrê
Begler û şah û wezîrê
Da li min derbek bi tîrê
Ta li mir` nê min vebîrê
Kirme hib-ba zemherîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Kanî mel-layê Cizêrî
Mek-kî û Elyê Herîrî
Xanî, şêxê Babeşîrê
Bên li dengê min feqîrê
Xemrî û gîs û herîrî
şev li min kabûsî bû.

şev dikim nalîn û zarî
şibhetî teyrê Biharê
Ey Siyehpûş tu xumar î
Sahibê adab û kar î
çend Siyehpûş tu sitar î
Lê bi eşqa dil nikarî
Dir û yaqût û mirarî
Misk û enber jê dibarî
Hespê şahê şehsiwar î
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû
Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê