A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîrwan Heme Reşîd - Ey Şarekem (Silêmanî)
93 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîrwan Heme Reşîd - Ey Şarekem (Silêmanî)

Ey şarekem
Zor dill tengim, zor dill tengim
Le katêk da leser mînay
Mallawayî be rê bûnim
Cêtan dêllim be naçarî
Be bê umêdî dahatû
Tenha le tuwêy dillêkî teng
Hellim girtuwe rojanî zû

Ey hawrêyan
Cêtan dêllim be nabe dill bê mallawa
Awabû lêm xorî temen
Ke êwem win bû le çawa
Hezim ekird bistê xakî
Silêmanî cêgem buwaye
Ne xerîbî bê rehmane
Dilley tengmî qaş kirdaye

Silêmanî, awareyîm
Kotirêke bê hêlane
Silêmanî jînim bê to
Deryayeke bê kenar e
Silêmanî derbederîm
Gella werîwî payîz e
Heta ku dunya dunya ye
Nagatewe destî behar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê