A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîrwan Hecî Berko - Bêyî Te
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîrwan Hecî Berko - Bêyî Te

Kî dê guhdarke li kul û derdan?
Kî dê dermanke van birînan?
Kî dê bide min germa dilovan
De bo min bêje, kulîlka dilan!

Ne gul mane û ne jî bistan
Zuha bûye derya rengan
Xweşik neman bo van çavan
Bo çi wilo, bûka rengan?

Bûme ji wan, ji wan haran
Dûr ketime ji ciwanan
Pîr im, pîrê bîstûpêncsalan
Kwîr bûme ez, roniya çavan

Tenê, winda me li daristan
Windayê her wext û deman
Dikevim rêza gêj û dînan
Ma ev baş e, de bêje qurban?!

Roj dibin tarîşevan
dikevim nav derya xeman
Birîndar im li her deveran
Ez fetisîm, ava jiyan!

Xew nakeve van çavan
Ken jî dûr e ji lêvan
Her dinalin gyan û can
Nabe, nabe bê te qurban!

Naxwazim bijîm vê jiyanê
Bê te çibikim ji zindanê?
çav nayên girtin roj û şevan
çare çi ye, Zîna dilan?

çi bikim ez, nabînim çaran
Tenê yek e ji herduyan
An tu werî cem min heyran
An jî nabe bê te jiyan.

Hannover, 08.06.2002
Helbestên din ên Helbestvanî/ê