A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şikoyê Hesen - Nexşê Tebyetê 2
188 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şikoyê Hesen - Nexşê Tebyetê 2

Wextê penc dide nedîra tevê,
Hezar nexş-awaz dikevin hewê,
Û pencê zêrîn wek qeytanê al,
Dor heçê qerqaş dibine egal.
Kubar dikene Elegeza naz,
Dide alîkî xêliya xwe ye xas,
Kaw xanê dikin sîng-berê xit-xal,
Gaz-gerdenê wê, bejna wê tîtal,
Çiyayê der-dorê jî heyr-hewasê
Dest didin hevdû, radibin reqasê,
Û tev distirên ba, kaniyê zîvîn,
Alava hubê digihîje esmîn.
***
Rokê kevir ber lingê min kêlimî,
Çiqas rêwî, go, - ser min da lukumî,
Ez pekandim, gulol kirim, anîm vir,
Tu çi zanî, gelo sibê tu yê ku bî?