A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şikoyê Hesen - Gulnaz û Keleş
386 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şikoyê Hesen - Gulnaz û Keleş

Gulnaz bedew bû mînanî royê,
Gerdena tenik, tofila-toyê.

Hingiv û şerbet-ew lêvê narî,
Ji devê sosin, gezo dibarî.

Çev biriyê zeriyê-belekiyê berfa,
Ku xwe didane haf-berojê çiya.

Mewîjeke reş-xala sûretê,
Ew-gula şayê, horiya cinetê.

Xort jî taliyan bû û xort jî bilind,
Degme hebûna xortê usa rind.

Simbêle reş bû, nazik û qeytan,
Ser lêvê kaxet ew bibû kevan.

Boy eniya kever, boy porê kurîşk,
Keser û axîn qîza radihîşt.

Gulnaz û Keleş eynî du gul bûn,
Seva gundê xwe herdu vedibûn

Ew lawkê keleş, qîza rext gulî,
Hevdû hebandin bi hezar dilî...

Ku caba şerê Weteniyê derket,
Domamê xort kir temî û şîret:

"Gava ku derî te bigre dijmin,
Yan dijmin bikuj, yan were kuştin.

Boy namûsa xwe dimre mêrê çê,
Lê mêrê kotî-miriyê rû dinê."

Keleş û Gulnaz wê şevê geryan,
Steyrk temirîn, hîv bû şedê wan.

Wek huba bê hed, wan dirêj bû rê,
Ew-eynî çawa maşoqê surê,

Gava kew kete qere berbangê,
Ser çiya da xar bû zêrdesa mangê,

Hub û ramûsan wan dane hevdû
Û mina vebûn çawa qeretû,

Li roja qaymê xort ber enya şêr
Usa şer dikir, eynî çawa şêr.

Berjêr û hevraz dibarî agir,
Û beyraqa sor wî pêş da dibir.

Ser milê çepê bû şerê giran,
Hezar ceyran top carekê oriyan.

Bomb hatine xarê mîna zîpikê,
Û tank vereşiyan serê topikê.

Ku şîrqîn kete Katyûşa meda,
Te tirê ewra, va birûsk veda.

Ji zerpêd mînê û sewta topê
Erd hev qelişî mînanî şepê.

Usa ser hev da dijmin nixilî,
Mînanî çawa pezê mexelî.

Ser bilindayê, li serê topik
Beyraqa Sor, ku Keleş kire nik.

Keleş erdê ket çawa sipindar,
Û ji devê wî kişiya xûna al.

Eskerekî Sor, qam-qedemê wî,
Beyraq girte xwe û pêş da revî.

Û esker pêl da mînanî berê,
Wî alî topik da jorda çû xarê.

Wexta ku Keleş ezmên nihêrî,
Wî tirê ro jî vêsiya, temirî...

Heval û hogir, cînar û gundî
Tev bi carekê ketin bîra wî.

Gulnaza bedew tevî pîredê
Hate ber çeva, wek xewna şevê.

“Gulnaz...hey, Gulnaz... Gulnaz, malxirav
Ez tîna mirim... kanê qulte av..."

Wa gazî dikir xortê birîndar,
Ku tê da diçûn tevîzekê sar.

Qîzek wa hat, çawa Ezrahîl,
Ew qîz Gulnaz bû, Gulnaza Cemîl...

Li milê wê da torpê hekîmiyê,
Xaçekî sor jî li ser kumê wê.

Li meydana şêr, wexta xort dimir
Gulnaz wî ra bû berpal û hogir.

Da ber serê wî zenda xwe ye zer
Û ramûsan da eniya wî ye kever.

Hêsir barandin li ser dêman da,
Û mêrê mêrxas wê lezê can da...

Ew lawkê xîret, ew lawkê namûs,
Egîta veşart li ber dara tûz...

"Bira sed qirar, bira sed ad be...
Ezê heyfa te hildim destê xwe,

Hetanî herim ez tevr û bêra,
Ez naynim ser xwe navê tu mêra..."

Çek û sîlihê egîtiyê milda
Canikê heyfa lawkê xwe hilda.

Tev Eskerê Sor kete Bêrlînê
Dijmin hincirand li ser hêlînê.

Wexta şer vêsiya û şer temirî,
Kewa edlayê bask vekir, firî,

Û altindarî çawa keskesor.
Bû xemla sîngê wetenê me zor,

Xebata şîrin jê ra bû melhem,
Birînê xeder qenc bûn, ketine hev.

Gulnaz Ii tirba Keleş bû mêvan...
Ber çevê belek bû mij û dûman...

Dilê wê yî nazik dax bû, kizirî,
Nolî tendûrê xwe da sincirî,

Û ji çavê reş hêsir xulxulîn,
Ser sûretê sor bûn şirkê zêrîn.

Û bi edetê kal-bavay berê,
Ku mêrxasa ra derd neçe gorê,

Bi kêlma şîrin û bi dengê zîz,
Gulnazê wa got ser tirba ezîz:

-Keleş, alt kiriye Wetenê tey zor,
Û altindarî bûye keskesor...

Bona efatî, mêraniya Keleş
Wetenê ezîz hêkel kire rewş.

Ser hêkelê wî bi herfê zêrîn
Ji navê Weten aha nivîsîn:

"Keleşê mêrxas, ewledê kurda,
Boy Weten şer kir û serê xwe da..."