A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şikoyê Hesen - Feqiyê Teyra
271 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şikoyê Hesen - Feqiyê Teyra

Şayîr girtin birne hebsê, ku tu cara nestirê,
Ku tu cara lêvê tuberk dîhar nekin tu surê,
Ku tu cara bera hubê dilê erş da pêl nede,
Ku dilê erş, ku roja geş vêsin heta-hetayê...
Jê stendin qelem, defter, şikênandin saz-tembûr,
Çawa destê celatî xûn zimên bibire Ii şarûr... Gelo çi ber, çi okêyan agirê hubê vêsîne,
Gelo çi şûr, çi xencerê hubê ji dil derîne,
Gelo çi qeyd û çi çîdar û çi zincîr, penete
Sewta şayîr, kilama wî wê tim bendke, bernede

Yêrêvan, 1960