A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şikoyê Hesen - Dest
341 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şikoyê Hesen - Dest

Desta bipesin... Desta bipesin,
Ewe ziyaretin, jîyîn, nifûsin.
Tim zarê ji dê ew dikin xilaz,
Ew dikin temiz dergûşa bi naz.
Dest in, wek pencê tava pirşemal,
Ber û bedena vedikin kemal.
Didine zarê bistanê sergul,
Didin bêşîkê hin hejê, hin kil.
Û şev û rojê dirêj, kîr û bîr
Didin dergûşê ew qewat û şîr.
Dest in, wekî tim dişon rehmetîya,
Qebre dikolin tim bona benîya,
Dest in, wekî tim mirî dikin rê,
Dest in, wekî tim dadixin qebrê,
Xweliya ziyaretî dikin ser mirî
Û temiz dikin çavê bi girî...
Û roja şînê, roja şipûkê
Qirçînê tînin serçav û çokê.
Û roja qayimê, roja şer û ceng
Çeka hiltînin çapik û çeleng.
T..... , qewat û zora desta
Serî dipekin meydan û besta...
Berdidin dizgîn-gemê menekîya,
Dişîqin mîna ewrê belekîya.
Kubar ew digirin beyraq û alê,
Bi altindarî vedigerin malê.
Û desta kevir kirin çek, çagûç
Û qîza kolan mîna gûza pûç.
Birin ber-kevirê pir girnûz û pût,
Telî-tengasî hûf kirin wek hût...
Bende bi desta dar li darê sû,
Jê pirîsk pekiyan, vêket agirê sût...
Wî goştê rawê kir nava êgir,
Ac-ac merisand mînanî şekir.
Û bûne hogir bende û agir,
Sur û seqama mixara da mir...
Tîr-kevan çê kir bende bi desta,
Û tebiyeta zor jê ra bû destda,
Û desta bend kir gayê beyanî,
Desta xuluqand nîr û bensamî:
Û desta çe kir hin kotan, hin cot,
Û bende kubar kumê xwe kir qot.
Li bestê batin kir cot û cobar
Û dinya rengîn xwe ra kire war.
Û desta reşand toximê şayê,
Û berda birî serê xelayê...
Û desta danî hîmê tam û taş,
Çêkirin çeqçeq û aş û beraş...
Desta ava kir bircê nexş, belek,
Lê hatin sêrê horî û melek.
Bûka ra hûnan xêlî û perde,
Mînanî tava îşiqê berde.
Û kincê zava û xemlê bûka
Bûne nexş, rewşa bazar û sûka.
Ser çemê qudret çêkirin pira,
Bende bende ra hat û bû bira.
Desta çêkirin hin def, hin zurne,
Mînanî xewna buhurîn qurne.
Û huba dilê bende bû wek ber,
Û eşq û şayê dinê kir sefer...
Û bûne qeyinter pey hevdu dewran,
Zeman xericîn mînanî ewran.
Bendek ma kesîv, bendek dewletî,
Hatin hêsîrî, zulm, dutîretî.
Û boy kurtole nanê reş, tisî
Bende bende ra bû dijmin, qomsî.
Û bendek zêrîya kire nelenel,
Û emir jê ra bû jehrake tel.
Tamarê desta rabûn, bûne şiv,
Bilûra zulmê kire guveguv.
Û mînanî ziya dinê kişiya zulm,
Destê hêsîra rabûn bûne kulm.
Û sal û zeman, û rojê û şev
Hevdu ra rabûn û kulm bûn mêşe,
Li ustiyê zulmê ew dest bûne şe
Û xeniqandin zulma arîşe.
Desta hûr xweş kir hin text û hin tac
Û azayê ra bûn çar û îlac...
Û ew destê zor, kutayî, mazol
Dinê ra bûne hin îman, hin yol...
Tek bi zora dest, bi zora kulmê
Dinê diqetin zincîrê zulmê...

*Çavkanî: Medya civakî, @mount_ararat

FERHENGOK
bipesin = pesnê wî bidin
nifûs = hêz
tim zarê ji dê = hemû zarokên dayikê
pirşemal = pir tîrêj, biriqî
vedikin kemal = mezin dibin, digîhîjin
didine zarê bistanê sergul = didine zarokê serê çiçika, dimejînin
hin kil = hinek kilandin
kîr û bîr = kibîr/mezin û kûr
tim dişon rehmetîya = her dişûn mirîya
tim bona benîya = her bona însana
roja şipûkê = roja dehşetê, tirsê
roja qayimê = roja xurt
menekî = menegî, mehîn, hespa mê
Dişîqin = dişîrqînin, deng derdixin
Bi altindarî = bi zafer, bi serkevtî
Telî-tengasî = bi zorberan
hûf kirin wek hût = pif kirin mîna dêwan
agirê sût = agirê hêşîn
goştê rawê = goştê nêçîrê
Ac-ac merisand = birçî birçî xwar, kotand, kojand
nîr û bensamî : dar û kapê girêdana gamêş bi ser erebê va
bende = evd, mirov
bestê batin = rast-berên sêyr, deştên batinî
berda birî = ji nêz va jêkir
himê tam û taş = bingehê avahiyê
buhurîn qurne = derbasbûn sed sal
çêkirin pira = pire/koprî çêkirin
huba dilê bende bû wek ber = eşqa dilê mirov bû mîna derya
bûne qeyinter pey hevdu = zû derbas bûn
Zeman xericîn = wext xuricîn, kişiyan çûn
Kesîv = feqîr, xizan
dewletî = zengîn
dutîretî = durûtî
kurtole nan = kerîk /parîk nan
qomsî = sîxor
zêrîya, kire nelenel = eziyet lê hat kirin , kire hewar
emir jê ra bû jehrake tel = jiyan wî ra bû kul-derd
Tamarê desta = demarê desta
mînanî ziya = wek ronahiyê
zulma arîşe = zordariya kompleks
azayê ra bûn çar û ilac = azadiyê ra bûn hewar û derman