A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şikoyê Hesen - Ba
557 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şikoyê Hesen - Ba

Dostê min ba ye,
Li hemû ciya ye,
Ne roj, ne şevê
Nakeve xewê...
Dikeve geliya,
Radibe serê çiya,
Berdide ewra...
Lev dixe bera,
Syar dibe qeya,
Lê dibe peya,
Diçe bajara,
Sûk û bazaar,
Vedike pencera
Li koçik-sera.
Dikute deriya
Mînanî meriya.
Mînanî kunda
Li perê gunda
Wî pûye-pûye,
Bê mal û dû ye.
Dertê gêdûka,
Wek siyarê bûka.
Bi deng, bi hise,
Kesî natirse...
Ew baê dîn e,
Tim difîtîne,
Li çol û besta
Û qe naweste,
Teva radmûse,
Çi bênamûs e...