A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Şingîniya Qedehê
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Şingîniya Qedehê

şirîkê vê tenêtiya sosret,
tenê qedeha şerabê ye...!

Ji welatek dûr,pir dûr dengê
dengbêjekî xera dike bêdengiya
şeva cemidî...

Her tişt bi xwe cemidî ye
wek zarokek bê kes û wek kûçikek
bê xwedî...

Ez jî bi xwe bê xwedî me
li kolanên vî bajarê bê xwediya...

Dengê wî dengbêj î diçirîne şewqa
heyvê û li ser zimanê wî klama lo
lawiko...

Kûr dibe şeva hîcran, bi hestên
nûrî dêrsimî diherikim li nav ava dîcleyê
û bi pêlên wê difetisim. dîsa bi xulav ê
axa xwe diafirim li qeraxa dîcleya bi qêrîn...

Lê ti tiştek cuda nabe dema ku ez çavên xwe
vedikim, her tişt hîn li cihê xwe ye.

Keser û birînên dilê xemdar û evîndar...

paşeroja di nav xwînê de recm bûye....

û pêşeroja ku li welatê ez têde hatime
erçiqandin...

kenahî û girîhîna zarokatiya min...

lorîkên ku dayîka min bi ser dergûşa min de
dilorand...

û hejarbûna gelê ku bi zilmahiya
dagirkera dorpêç dibûn yek bi yek di dengê
şingîna qedeha şerabê de derbas dibin
xeyal bi xeyal, raman bi raman...

Herê ez mest im lê ne serxweş im...!

09.12.2013
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?