A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Porkurê!
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Porkurê!

vê şeva ku min li gor û goristanan
digerîne dîsa mirinan li min
tîne xezebê!
ev bajar li min nayê
mal mîratê
li qefsinga xwe hilnayêm,
her bîranîneka te
dibe sedema hatina ruhstîn
û ruhê min dibe wek hevrîşmeke ku
ji nav hezar diriyan bê kêşandin.

Porkurê!
Ne tu bî kes bi hawara min ve
nayê!
ne berf û ne jî cemed hênik dike
pîzotên li ser dilê min!
ka bêje porkurê de bêje ez vî laşê
ku bi agirê evîna te diperite
bidim ber kîjan bayê?
ku ne tu bî dê kê min felat bike
ji vê êşê û ji vê tayê.

Porkurê!
Dilê min îşev wek êtûnê bi kele kel e
bi pele pela avên keliyayî dikele
ne tu bî ma wê ev birîn bi çi
bi kewe?
li min nayê mal wêranê ev şevên
har qet li min nayên
li min nîn e ne razan û ne jî xewe.
Dikim xwe bi lehiyên robaran ve
berdim!
dikim xwe berdim binê birên tarî!
ji tengezariya xwe dikim
dilê xwe derxim û têxim nav
kefa destê xwe heta ji min bê
porkurê heta ji min bê û dilê xwe
wek pincarê biguvêşim
ew çax ez ê jî dikaribim te bikujim?