A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Li Te Digeriyam
179 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Li Te Digeriyam

Li nava bajarek bê deng û bê xwedî min te
wenda kir û bêçare li te digeriyam.
Li evîna xwe digeriyam,
li bêhna te, li çavên te û li porê te digeriyam.
Vaye dîsa hat bi ser min de bayê çûyîna te yê
seqem girtî...

Ba digire dil, ta digire dil û li pêşberî zivistana
tinebûna te xof digire dil. Ji kovana bêriya te
westandiye dil,ango bi tirs e dil...

Mistek hilm ey yarê, ji hilma germahiya hinavê xwe mistek hilm bighijîne min belkî ji nû ve bi afirim li ser qefesa sînga te.

Li te digeriyam li nav xewn û xeyalên
bêdawî, bi dawî nabe ev agirê ku te di dil de
çandî, herku tu bi bîr têyî dihelim ligel agirê vî dilî
di hele işq, dihele hez û dihelin ez û tu.

û hêj ez li te digeriyam li navenda cengek
bêperwa, bûm parçe parçe bi bêbextiya
çûyîna te, lê tu hîn li vir î û ez û tu her bi ceng in.
Di nav ramaneke bi saw li te digerim, wek her carî bi ceng î li dijî heza min
kenê xwe li min dikî sînor, awirên xwe dikî
zexteke bilind.

Li te digeriyam li nava evînek wendayî, lê
min ne te dît ne jî xwe dît
ji tenahiyê re bûn rêwî û ji evînê re em bûn
cangorî....

17.11.2014