A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Gewriya Şevê
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Gewriya Şevê

Di gewriya şevê de min xwe bi
mirinê xemiland,
yek ji te çû yek ji evînê-
her ku çavên te dibûn paşverûtî
birîna xwe min bi kaniya te kewand.

Yek ji te çû yek ji evînê-
dîsa bi rih dibim li zikê te j`i`n,ê
sînga te kaniya hêviyan şîrê jînê
her ku dimijim mest dibim bi vê zehîrê.

Lê çendî mir im bi qasî esrek jiyîm
ne terka birînê ne jî terka evînê min kir
neqişand min eniya te bi xwîna xwe
sed caran li rêya te min xwe qurban kir.

Yek ji benîadem çû yek ji Xweda-
li ser rihê hevrîşm kûnda hêlîn veda
bûm pakrewan , bûm cangorî
lê dîsa bi eks min bi berxwe da.

Ji pêsîra te min ji xwe re hêviyan dot
bi derî derî geriyam min kes nedît
wek derwêşekî bêpergal û bê war
lê canê erzan min dîsa li bazaran firot.

14.06.2015