A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Dema Xatiran
171 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Dema Xatiran

Her mirovek di dema xatiran de nîvmirî
dimîne wek te û wek min.
Dîsa ba yê evîna te kûr kûr li dilê
min dixe li pêşberî pêlên deryaya
xeman, pêl bi pêl difetisim û ê ku min
bêhilm dihişt çûyîna te bû...

Di heman demê de li te difikirim,
di heman demê de tu dibî xeyal û ji nû ve
diafirî li ser qefesa sînga min
zindî dibe evîn, zindî dibin êş û jan
li qeraxa ew cihê te xatir dixwest
paşê dibû zindan jiyan,dibûm dîlî
di hepsa çavên te de û ê ku min dikir
hepsî hesret(a) te bû...

Ramanek bêdawî yî tu û xewnek
xilmaşî, mîna zarokek bi ta diverciniqim
ji xewnên bi tirs û êşên elemgirtî
her xewnek bi dema xatirxwestina te dubare
dibe dema ku serî radikim û te nabînim
kor dibim, ker dibim, lal dibim ê ku
min bê ziman dikir tunebûna te bû...

Her mirovek di dema xatiran de nîvrihî
dimîne wek te û wek min.
Dizanim beybûna min tu jî wek min
neçarbû li himber zext û sînorên
veqetînê û niha jî tu wek min birîndar î
lewma ez dibêjim "wek te û wek min"...
û hînjî em dişewitin li nav agir û dojeha
dema xatiran
(ê ku me dikuşt evîna min û te bû) ....

11.12.2014