A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Daxwaz (Xwestek)
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Daxwaz (Xwestek)

Tu bûyî parçeyek helbest di
jiyana min de,
û hêj tu dibêje min, min ji bîr bike
Bi heft xweziya xwezî min te ji bîr bikira
lê nabe!
Ma gelo dar bê pel dibe?
ax bê av dibe,
çivîk bê hêlîn dibe,
xweza bê baran dibe,
roj bê şevê, şev bê rojê dibe,
dayîk bê zarok, zarok bê dayîk dibe,
çiya bê kanî dibe,
tembûr bê stran dibe?

Bi heft xweziya xwezil min dikariba te
ji bîr bikira lê nabe!
Tu bûyî piçek nîkotîn ji berbendiya helbestê
ma gelo şaîr bê helbest dibe?
te bi hemû hevok û tîpên helbestên
evîniyan xwe xemilandiye di pirtûka jiyana
min de, û hêj tu dibêje min, min ji bîr bike!
ma evîn bê te, ev dil bê te dibe . . .?

10.12.2014