A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Sîdar Esmer - Çima Nakenî
274 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Sîdar Esmer - Çima Nakenî

Ev jiyan ne wisa ye canê
Wiha nabe ev derd ev jan
Tu biharekê dibî tînî payîzê
Evîn ne wisa ye jahrî dikî giyanê.

Tim sar î, tim zivistan î
Dêmên xweşik mirûzkirî
Hêj bendewar im hêj bi dil
Ma tu li halê min û xwe nanêrî.

Di çavên te de xem heye
Di awirên te de bê hêvîbûn
Neke canê,hilde zexta li ber hez ê
Bizani be wek mirin e ji te dûrbûn.

Bikene delalê,bikenîne evînê
Bi hêvî be tarumar bike vê şînê
Kenê te azadî tîne, şahî tîne
Dest bide min bi dawî ke vê birînê....

23.11.2014