A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyîd Eliyê Findîkî - Şêx û Mela
370 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyîd Eliyê Findîkî - Şêx û Mela

Me d`zanibû j`şqa dila
Ku yek dibûn şêx û mela
Nihû li hev dibin bela
Wek beglera şêx û mela

Heryek divêtin xwe tinê
Hevalê wî wek titinê
Tehl û zirav bê di dinê
Bêjin ewê şêx û mela

Eger wiha dewam bikit
Tirsek mezin wê jê kevit
Me ra Rebbî Xwedê nekit
J`dîn ra dibit tert û bela

Tiştek we dî j`cih derketî
Bibne guhê hev b`şîretî
Ne b`nikil û 'edawetî
Çi nik şêxa çi nik mela

L`dîn da nebit herkes xwebîn
Cem wî we bit kes dî tunin
Ew 'eybek e l`dînê mubîn
Ne laîqê şêx û mela

Derbûmesel meşhûr heye
Xweş ketiye l`cihê xwe ye
Ku ha bikin şêxê me ye
Rehmetullah l`me cahila

Şêx û mela ku ha bibin
Cem hev sik û 'eybdar bibin
Cahil dê bê hefsar bibin
Guneh stuwê şêx û mela

Hûn in şivanê ummetê
Ku hûn bi xwe xwar kin xekê
Cahil dê çêkin hicetê
J`pey we bibi tert û bela

Qalba bi hev şirîn bikin
Bendê bi şeytan re bikin
Dînê mubîn keskîn bikin
Ev e heqê şêx ù mela

Tev da bibin bo hev mu'în
Rakin ji nav xwe buxd û kîn
J`erdê hilînin barê dîn
Gêş bin bi hevra wek gula

Tev da bibin j`hev ra heval
J`hev ra bikin qelba zelal
Rakin ji nav xwe qîl û qal
Sofî feqe şêx û mela

Dînê me yek dîn e temam
Ez b`xwe bibîm jê ra xulam
Ê ku ji dîn ra bit zilam
Heskî bila bit j`Kerbela

Em hêvî û zarî dikin
Ji sofiya 'eksê nekin
Wek sofiyê safî bikin
Ew xizmeta şêx û mela

Rêza şerî'etê biçin
Resma teriqetê biçin
Bendê nekin ferqê nekin
Di navbeyna şêx û mela

Sofîtî ne b`şaş û rih e
L`heddê xwe da tiştek b`cih e
Ew sofî bê şek ebleh e
Ku guh nedê şex û mela

Sofî divêtin hûr û kûr
Şêx ra nebê 'eyb û qusûr
Ser ya xwe bin nêzîk û dûr
Razî bin jê şêx û mela

Lakin ewê bê buxd û kîn
J`dîn ra emekdar û emîn
Sax bin bi wa derd û birîn
Qismê wiha şêx û mela

Li guhê xwe kin vê şîretê
B`cahê hebîbê ummetê
Hûn sar nekin terîqetê
Resma zelal bûye xela

Her çi terîqa neqşi ye
Wirdê wî zikrê qelbi ye
Herb û şerê wî b`dizî ye
Ha gotine şêx ù mela

Qelbê xwe baş safî bikin
Zikrê xefî tê da bikin
Xwe j`her kesî winda bikin
Ger we divê ya bê bela

Her kî bikit î'laniye
Da xelq bizanin ew kî ye
Bê şubhe ew nuqsaniye
Pirsê bikin j`şêx û mela

Govend û reqs û heyhey e
Ger çi l`terîqa heye
Nik neqşiya ew sexte ye
Da hûn nebin pê mubtela

Lakin ku şewq xalib bitin
Ruh xalibê qalib bitin
Bê hemdî wî cih rakitin
Fetwa didin şêx û mela

Nebî nebî hûn ey bira
Reqsê bikin j`keyfa xwe ra
Bêjin heye ev macera
Der mekteba şêx û mela

Cahil divê teslîm bibin
L`tewbê musteqîm bibin
Herkes ji wî selîm bibin
Feyde bikin şêx û mela

Feqe divêtin j`bo Xwedê
Di 'îlmê xwe da cehdê bidê
Da ew bigêhte meqsedê
Dûr bî ji resma cahila

Her ku melayê ku we bê
'Îlm û 'emel teqwa hebê
Kibr û hesed cem wî nebê
Pîroz bî lê rutba mela

Şêx laiq ê j`wan zêde bî
D`îlm û 'emel serdeste bî
L`dîn ê me da pêşya me bî
Qurban bibim şêx û mela

Ez qehirîm lew ev min got
Vê tehliyê qelbê min sot
Tev da hemî bune sukot
Ser vê yekê şêx û mela

Kes nîn e sulha wan bikê
Paqij bike wa j`vê rikê
Ev rebenê ji Findikê
Nakin bi yê şêx û mela

Lakin hene j`vî 'eskerî
Ser sunneta peyxemberî
Evî dînî bibin serî
Şu'le bidin wek meş'ela

Minnet ji kes hilnagirin
Daîm bo Xweda hazirin
Safî ji wî ra ew hurr in
Ger çi bibit "hewlul-wela"

Ya Reb l`derê te el-emen
Tu me b`gerî j`hizba evan
Winda nekî d`fitna zeman
Me w dostê me w şêx û mela

'Ezman dirêj î tu 'Elî
J`her tiştê tu diştexlî
Heqê te ye j`bê 'eqilî
Mû l`te bidîtin çend zela

*Çavkanî: Abdullah Ceylan (Facebook)