A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyîd Eliyê Findîkî - Dilkula
130 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyîd Eliyê Findîkî - Dilkula

Ma dizanî ber çi her rondik ji çavan rêz dibî,
Her dem û daîm dinalim, şev heta danê sibî.
Wer bipirs da tu ji vê raza ecaîp hîn bibî:
Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ko çibî?
Ew Seîdê can fida j`dînê mera j`kîsê me bî.

Canfida bû qehreman bû, dest bi şûrê ilmê dîn,
Nur dixwend û Nur dirêt û her zaman û an û hîn.
Ger bixwazî wî binasî, wer Risalên wî bibîn.
Beyreqa ko wî hilanî jibo vî dînê mubîn.
Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.

Kes nemabû dîn vegota wê dema zulm û zecir,
Nalenala ehlê dîn bû, ehlê dil, ehlê zikir,
Ew li ber wê zulma rabû lê bi tedbîr û sebir,
çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.

Tirs nebû jê ra ji lewra bê sekin, daîm digot,
Her kesê carek bidîta kufr û nîfaq jê dişot,
Sohbeta wî ya mibarek cerg û mêlak tê disot,
Ew dikana ko wî danî, ew metaê difirot,
Ew li şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.

Ne li Delhî, ne li Tehran, ne li şîraz, ta Giver,
Yek nebû ehlê diyanet lê kira qêr û mefer.
Sal hezar û nehsedû şêst, mahê rojî, dem seher,
çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
J`ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.

Cadeyek nû wî vedanî boyî xortên ummetê,
Ew di Barla û Emîrdax xerq dibû nav xizmetê
Wî di umrê xoy ezîz da guh nedabû lezetê,
Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,
Dergehê baxê Biheştê keremê l`ber wî vebî

Ebû Cehlên vî zemanî, zalimên hêc û bitir,
şandibûn Afyon û Barla, Qestemon û Eyrîdir.
Ew gula Kurdên reben bû, lê nehiştin ew li vir
Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
Ew şehîr bû, ew bedî` bû, ez çi bêm, serdeste bû.

Sahibê "ilmê Ledûn" bû, dafi`ê hizna beşer,
Xwendina Nûra îlahî nedida zêr û zeber,
Firqeta Wî em helandin sed hewar, ax û keser,
Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
Em j`Xwedayê xwe dixwazin: L`axretê em l`cem te bî.

Em ji derdê firqeta Wî bûne jar, bûne zebûn,
şubhetê mecnûn dinalîn qet nema sebr û sikûn,
"Dilkula!" firset li dest e, wer Rislanê Nûr bixûn!
Ey `Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?