A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şeyhmus Dagtekîn - Çendî Av Im Ez
109 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şeyhmus Dagtekîn - Çendî Av Im Ez

Bi çi navî em diginginînin wêneyê
Lêkera wêneyê
Wêneya navê me yê bê lêker
Ji navê me yê koçer
Yê bê wêne
Ji kîjan mecûsî emê bidizin deng
Ji bo lê zêdekirina kîjan lêkera bê beden
Ji kîjan lêkera re ku binav nake tu bedenek
Bedena ku derbas dibe bêyî li xwe bike bar ve tu dengek
Wisa sivik wek axa bê rûxar
U wir ku najî tu bedenek
Bê deng û bê wêne

Cîhekî piçûk heye di keştiyê de
Zingar heye di binê keştiyê de
Seav hene
û werdek hene di nav seavan de
Ku dibirûsin di navbera keştiyan de
Porteqalî heye û keskahî di nav giya de
Tu heyî
çarçevekirî di nav neynikên wek ewqas
esmanên di kurahiya giya de
Wek ewqas qûyên ku derbas dibin ji gewrî û kostekan
Ji bo te îstîfkirina dawiya keştiyê
Wek peydabûna jiyanan
Ku tu dilhêU hişyar
Ji bo ku hemû biheje di nava te de
Bêy ku tiştek min rizgar bike

Dev bi dev
Emê bigihên destan
Beriya ku av U me rê bibire
Bi berdewamiya kîteyên ku min ji te dibirrin
Ji bo berdewamiya vê kuştariyê
Li ser rûyê avê
/
Wek vê bedena ku tenê
di nav bitenêbûna xwe de heye

Gava ku tu xwe vedikişînî ji cîhanê
Cîhan ranaweste ji bo wê çendê
Xwe venakişîne
Gava tu diçî cîhana berfireh
Tu berfireh nabî ji bo wê çendê
Gava tu xwe bêpar dikî ji zêdahiyê
Tu danagirî tenhabûna xwe ji bo wê çendê
Tu wê fireh nakî
Gava tu xwe vedirevînî ji pirdengiyê
Tu peyda nakî bêdengiyê ji bo wê çendê
Gava ku tu şaxên xwe jêdikî
Tu zêde nakî ji bo wê çendê
şîreya ku av dide eniya te

Ger tu piyanek av bidî min
Ezê nizanibim ku ji bo vexwarinê ye
An ji bo xwe xeniqandinê
Gava bişkokek dil hebe bikeve
Ew dikeve. Tu riştekî nikarî bikî
Gava zimanek dil bike xwe daqurtîne
Tu wî dadiqurtînî.
Ew nikare riştekî bike. Ew te dadiqurtîne
Tu riştekî nakî ger laş hinekî kerixî be jî
ji qulkirina xwe bixwe
Ji borîna qulikan re
Ji bo tenê biservebûna qulikên din
/
Ziman nikare riştekî bike
Di navbera avê
û kamiliya dahatiyê
ya bêdengiyê de

Dilxweş in hûn niha
bi derxistina çavên min ji şikeftên wan
û belavkirina wan
li pey şemitina ahûyekê
ji kerina pelekî
ji seavekî ku dîsa derbas dibe ji nêrînekê
dagirtî ji gotinên ku we yê bixwesta bigota
ji vê dîmenê ku we yê bixwesta hilgirta
wek bişkivîna bişirînekê
Hûn dilşa ne ku ez zeliqandî bimînim
bi vî kevirî ve
ku hemû bifilite ji destê min
Bêyî ku ez bifilitim ji tiştekî

Tuê jî bibêjî, tuê bê rawestan bibêjî
tiştê ku te kirî li ser xvkana bira
Ji bo ku têkilî bibe çi
Da ku tu bibî v^dndabûna kîjan peyvê
Di kûrahiya şoliya çav de

Paşê, ewê dayik jî derkeve
Ezê jî, azadane derewan bikim di tenêbûna xwe de
ji bo hêdîkirina tiştê ku vedişêrim di nav soberiya
xwede
/
Tiştê ku laş e li cem dayikê, wê hebe
li cem min gelo
û ger min êdî nîn be laş, dîsa jî ezê karibim
xwe bihesibînim li cem wê ?
Bi diranên min
Ku xwe germ dikin
Di nav laşên li min cîran de

Tu dest diguherî
Tu çermê destê xwe diguherî
şiklê destê xwe
Dengê destê xwe
Giraniya destê xwe
Ava destê xwe
û tu çi vedihêlî
Bêyî ku me agahdar bikî ji windabûna xwe
Bêyî ku li xwe bikî çermek
Lihêmldrî bi laşê me
Ne dûr ji xurifandinekê

çima ev saet nameşe
çima ew xerab bûye
Ger em demek dirêj vebigerin, ewê serê me
bikeve wek derziyekê ^
Gava derziyek dikeve, biçike
di mîdyekê de
An îstrîdyeyek ji bo karibe dengê xwe eyar bike
wek bê payînên dirûbdariyên
bi sawêran re
/
û ezê ji kû derînim hilmên xwe yên hiriyê
Ji bo erzaqê min ê spîhan
Ger hez nekim jî ji şirqaman
Ew ji kû derê jî bên

Ji agir, ji avê, ji hewa, ji axê
Di risteyan de hesin
Ku xwe belav dike di dûmanê de
Ku min belav dike
Hesin ku gêr dibe di navbera dûmanan de
Kesk ku di hesin de winda dibe
Kevirên ku ava û wêran dikin dûmanê
xwe diweşînin di hewaya ku wdnda dibe
di pozê min de bi dirêjahiya hesinê
Sor
Ji aşan. û ziravên reş
Ku dikarin bên min
Ku dikarin min derxin ji çêbûna te
Zêdetir nixamtina hengameyên min
Di vî laşî de ku nikare ramûse
Ne tu şevekê
Ku te bicivîne
Dilop bi dilop
Bi xurifandinê
Her wiha ji neyînê jî
Ji bo ku gurê ku li pêş min e
Bikaribe
Ji nû ve peyda bike
Mahşerê

Yên ku xwe hildikin, wê bibînin
Yên ku xwe bin-ax dikin, wê bimirin
Ji kesên ku wê dîtibin
Yên ku xwe hildikin

Em dorgirtî ne, piçûkên min. Qet nîne yek
saniyeyek jî mohlet
Hûn dikarin xwe kerr bikin ji çiveçivên xwe,
ji qajqajên xwe, ji qîrînên xwe
Em ne kêm mehkûmkirî ne
We ceng kiriye bi mêrxasî
We ji berxwedanê jî zêdetir kiriye
Ji me re gotibûn windabûneke zûtirîn
Paqijkirineke ji nişkê ve û bi gişri
Ew ê pêşveçûyî be lê bi temamî di dawî de
Bêyî ku bê zanîn wê çi nîşanî me bide dem
hetanî ji paqijkirinê
Hengameyên me nixamti ne ji zû ve
bi yên dawiya me
Di nav vê demê de ku li me temaşe dike
li dû windabûna xwe
Bêyî ku zanibin ji Idjan ronkahiya mirî
stêrk in em

Em dorgirtî ne, piçûkên min. Bi vê dawiyê ku em dor digrin.
Em dawiya vê windabûnê bi xwe ne. Dema dawiya me
bi xwe. Em in paşbêja ku me li dû xwe hiştiye. Em in
hilma ku wê dereng dixînin. Em bêaramî bi xwe ne ku wê
dilezînin. Herikîna ku dawî tîne li hemû avî
Navbera agir û gul
Li wir ku hemû hengame
Bange
Ji yê ku nebû
Qet

Ez ne av im da biherilcim heta ba te
Ez ne ba me da baweşim heta ba te
Lê ji kîjan pencereyê ez binêrin li te
Da bikim kala balindê û bibêjim te
Xweşhaliya naskikirina te
Wek bavikê te
Da aram be li bîhnvedana te
Qasî ku pak bû dilê te
Da kesên din bên li aramgehê te peyda bikin
ji te re bibêjin keç, xuşk, kirîv, guhan
Ku hinên din ji te re bibêjin bûk, heval, dadik,
bûka tartaran
Tiştê ku tu bûyî
Ger em nizanibin jî tuê bibî çi
Di dema ku dibihire de
Di bîranînên ku dimînin de
Wek di strana vê hovikê de
Li wir ewê dirûvê mirina min bide te

Hemû ne ewqas kor e wekî ku tu dixwazî biba
Lê belê, bi firê keve ji montjeana xwe
Ne lihêmkirî bê perde
Gava ezê çê bikim kafiyê
Ji hirmiyê ta bêhêviyê
Ji gayê bê parxane
Dema ku ewê herkes here li ciyên din
veşêre qehpetiyên xwe
Bi deriyên ku tên girtin bêyî
tu çerixandinek
û vê gera mîrat ku ez ê bikurtînim
Di her vegerekê de
Bi gavek
Ji bo nîn be tu gavavêtin
Ji mirina te
Ta tunebûna min

Em dîsa îsraf bikin hinek ji van diravan
Ji van bin-Iih, ji van bin-Iiheviyan
Ji bo dehatiyê bikin
Binê selofanê
Di her mesafeyekê de seriyek seg
Wê ji bo te bînin weke sîng
Di wezaretên te yên başûr de
Bê nîwego

Sibê, çîmek kêmtir, biryar hat dayîn
Seriyek jî zêdetir
Di vê kurteavê de
Xurt ji dehatiyên xwe û ji bilqên xwe
Ji bo ku tenê di vê xetê de peyda be
Ku min binav nake
Bê ku qet te ji bîr bike

çendî
avim
ez
Di nav meyildariya min de
çendî
min vediqetîne
ji te
Ev Av
Ev sîtava ku dienire
di nav kortalên çav de

ji Fransî: Sacha Hitch
Helbestên din ên Helbestvanî/ê