A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şeyhmus Dagtekîn - Çaryek Esman Bi Şûn De
162 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şeyhmus Dagtekîn - Çaryek Esman Bi Şûn De

û ev evîna ku em dikin lasayî
Di ne tu derek gemiya min de
Dûr ji maran
Ku dirêj dikin zimanê te
çaryek esman piştî ketina te

Ezê te binivîsim bi tiliyê
Ezê te binav bikim qelsiya lêvan ,
Ku dibişkive
Bi nêzîkahiya gotinê ve
/
Yê ku bibe çek, dibe cesed
Ji bo min dû davêje ji gerdena te

Min ê bixwesta xwe bigihînim hemû avî
û reng
Ber bi binî
Kurahî
Ji vî gavî
Ku diafirîne demê
Qelapikek piçûk
Li ser lêva min
Wê mezin bibe
Ji bo min daqurtine
Bê çerm, ne jî qaçil
û derbaskirina bêaramiya min di hemû avînlyê
Navbera morane û fîrariyê
Birayê darhirmê
Wê biherîke hemû efsane
Navbera hewa û lêv
Wê vegirêdin
Qelsiya lingên me

Êrişa başûr, her dimeşe, bi heywanên
ku winda kirine hemû bakur
û canik keçikên piçûk ku wê bêhal bikevin
ji hemû meşan
Lê tu dixwazî heta ku gotinê tam bidî bi
serê xwe yî qeşmerî
Ji bo qalkirina kîjan serfiraziyê

Dirûvê kê dida bavê te berya ku tu dest pê bikî
dirûv bidî wî di nav van avên şolî de ku zêde
dikin pişta te wek ewqas termên li ber qirna
vê darê
/
û paşê, xwîn wê dest pê bike bikele hetanî
nav dil
û paşê, wê dil dikaribe bi alav be
Lê tê çi bixwî wextê ku hemû rişt
te dikemîne

Hez nakim ji hirmiyan
Hez nakim ji mûzan
Hez nakim ji xoxan
Hez dikim ji tirî
Hez nakim ji baran
Naxwazim ku ji min re bibêjin rojbaş çaxê ez dbcwim
gerdeniya xwe
Naxwazim ku nefes bê sitandin di nîvê gotinê de
Ji ber ku ewê hemî bibuhure
Ji ber ku tu ê nefesê bistînî ji min
Ji ber ku tu ê biqedî di nava gotinê de

Tu dihizirî û ez dibihîzim yê ku tu nabêjî
Ez te dibînim çaxê tu direvî ji gotinan
Li kêleka keştiyekê
Ku ez nabînim
Bêyî bizanim çi bibêjim ji charlie re ji bo ku ew
neke nazikiyên xwe
Ji bo ku ew raneweste her roj
Bi gunehkariyên xwe yên bedew li ber dergehan
Bêyî ku bizanibe ewê çi bike sibê
Wê çi bike ji segê xwe sibê
Wê çi bike ji porên xwe sibê
Wê çi bike ji jiyana xwe sibê
Bêyî bizane ewê çawa ji xwe bipirse
pirsa sibê
Ger ew derkeve bi perûkê an bi tutiyê ku
bikaribin derew derînin devokên wê
Berhevke destmalên xwe yên lekeyî an
nelekeyî
Ji bo ku ew bi çavên xwe bibîne seriyên
Ku ew derdixe ji çenta xwe dinyayên te yên dahatû
û dirêj dike gotinên te ta pergîrî

Belê rast e, ev hemû beriya şiîrê ye
Bi jiyana wek dûmahîka ji hevkêşeyên ne mimkun
Wextê ku dişewite ax
û ku tu diricifî bi bîranîna xwe
Di dema ku dibe de
Ji bo bîranîna yê ku diheje

Li dûr, hewa xwarbûnên xwe nû dişêwand
û kevneçiyayê te yê li wir
Kevne kabûsê te
Larîkirî li bin cesedan
ji ber ku hergav
Evîn
Wê me bîne
Vê kayîniyê
Ya çêlekê
Ku roj û şev
Li kelîsên xwe dike eşkence
Ji bo qet raneweste
Bê erzaqê hêşînahiyê
û ji tirsê
Li benda ku tu min di tariyê da winda bild
Ku tuê indî nebî
Kale darhirmiyê
Pîre hîvê
û henviha çêlekên ku wê biçêrin
Zimanê bizinên min
Hemû temamî şidandî
Ber bi mirina ku tu vedigerînî

Di destpêkê de
tu kes ewê dernekeve ji gotinê
ji şeklên jêkirî yên di nav rûberê
ewê me derînin ji yê ku em in
ewê me kêm dikin, birayê piçûk
ji bo ku ez tiliyek xwe ya din jêkim
û ku bikeve nav vê avê
navbera maçkirin û gezkirinê
û ji nû ve peydakirina yê ku biqewimîne
ger qet ewçend destên min nîn bin jî
ji bo te bigrim di nav rûberê
balindeya nav-Iê-nekirî
/
ger tu kesî nizanibûya çi jî bike gava
dinya di nav destên wî da bûya

û paşê, emê serên xwe bixwun
û paşê, ewê serê me tune be
û paşê, emê em bi xwe nebin
û paşê, emê tunebin indî
Va ye felaketa ku devek dikare bike
Ez te haydar dikim ez ê bi hemû awayî
xwe biparêzim
Serê te jî ewê xuya bike li ser kursiyek
Bêpê
Ku emê bipîvin
Di navenda yê ku em bûn de

Ezê tenê li te binêrim, ezê tenê te bibihîzim
Tenê yên ku desthalat dibin ji veşariyên te
Tenê yên ku difurin ji bêdengiya te
Bi vî porê kozîkirî yê pîrikan ku tu dixemilînî
weld zaferek lê belê ku ew rojên xwe digire
di nav derzên lêvên xwe yên donî û pirçokî
Dapîrê ku wê di nêzîk de bikeve ji darên xwe
ji bo berhevbike gotinên min
Waxtê ku ewê nikaribe bersîva saeta xwe ya ku ewê bê jî bide
Ne jî ew çavên ku ewê li me beqî bin û ku tu ê nizanibî vebild
ne yek jî ji zimanên te
/
Wek vê ronkahiyê ku digihê me demek dirêj piştî mirinê

Dikarî xewnên xwe ji min re veld
Di nav tiliyên min ên xemgîn de
Di navbera te û hemûyên din de
Herwiha di rastiya rûyê te de
Ku dibe ba, mêrg, h`erî û berî
Tam-sariya gotinê
Her wisa di ser temenê xwe de
Tu ê binêrî li dinyayê
Qasî ewçend şevên mirî

Di şûna ku dipeyivî, renê, firra xwe bigire ber
bi pisîkên dûv dirêj ve, ber bi zinarên zêde
ber bi kaşê ve, ber bi çîtên rachel ve, ber bi kurahiya germ a jeanne ve
Di derbasoka mij de, bi xapînên xwe ve
Herwiha te tiştek nizanibû ji doh û ku tuê bikevî
wek mozehingivek nava derzên sibê wek zeytûnek
di navbera av û loirê de
Bi qasî esrek mesafe, yê ku te didît naşibe indî yê ku
ji ber te maye di vê navê de ez ê bihêlim ku
tu derbas bibî di ser serê min re
Dorberkirî ji qaltaxan, ji miyan, ji qursikan û
ew balindeyên çenebazên nêzî avê
Ewqas hêrs zêdetir ji agirê tevlihev
Hadê bicehime ji cîhê ku tu lê yî
Di nava vê meydana kulîlkan
Ji bo nîşana windabûna min
Di navbera yê ku bi-nav-dikim
û yê ku dadiqurtînim

Min got xwîn
Te got laş
û min dest pê kir bimehînim
Yê ku di navbera xwîn û laş de
Bi diranên xwe yî
Deynkirî ji segên min
Ji bo ku xwediyên me yên nû
Bikaribin biçerxînin
Diranên xwe
Di gerdenên me de

Dilcarim ji te ra bînim qafikên şeytanokê
Taseka bê `emir
Qamîşeke bê sicîl
Qafikên ku nînin indî tu bîranîn ji
şûşeyan
Xirxalek ku li ba xwe hişt evîna guzikên
ku bi wan bûye
Toza kevir
Ewçend laş ku kevir
Gulên ku soriya wan winda dibe di nav zenga
ku wan dinildrîne
Ewçend xet ku xwe diguherin dibin
ewçend mirî ku rawestanê da tu wan
bihingivînî bi hizrek xwe
Ey evîna min
Ku ez nikarim derînim
Ji kîjan kevirî
Ji kîjan afirî
Ji kîjan aveziblî

Qîrîn nayên bihîstin
Ya ku tê bihîstin nayê dîtin
Ya ku tê dîtin nayê gotin
Komek ji agir û gotinan
/
Lê kîjan saniyeya vê xewnê ewê ji bo te
çûyineke taze be

Dixwazim em bi hev re xewn bibînin
Ku em bi hev re bibin şiyar
Dixwazim ku em bi `eynî destî bigrin
Ku em bibihîzin ji `eynî guhî
Dixwazin li te silavê bikim ji nêz ve
Qet te winda nekim ji dûr ve
Dixwazim te bibînim bi hemû îmkanên
dîtinê
Dixwazim ku hundir ji te dest pê bike
Ku derva jî tenê tu bî
Ez ê te bixwazim di vînê de û di yê ku jê
dibuhure de
/
Dixwazim yê ku ber bi te dibeze bim ez
Yê ku xwe wêran dike û peyda dike jiyanê U te
Bêyî ku tu kêm bibî bi tu awayî
Dixwazim baskên vekirî bim ez
Laşê ku wê tu bask nikaribin hilgirin
Te dixwazim gihîştgeha hemû herfî
çavkaniya hemû gotinan
Te dixwazim zevî û ode
Ax û dar, reşika çav û dîrina wê
Weke ku jiyana te beravajiyê ya min
û ku ewê bê paqijkirin bi eynî nefesê

Tu ê tenê bi min ve mijûl bibî ne wisa
Ewê hizrên te tenê ji bo min bin, ne wisa
Di dîtina te de, tenê ezê hebim, ne wisa
Di bin çermê te de, tenê ezê hebim, ne wisa
Hemû zengilên hisên te ewê lêdin di `eynî demê de
ji bo min, ne wisa
Ger tu bixwazî xwe ji min biqetînî jî
Xwe zindankî
çar dîwarên te wê ez bim, ne wisa
Ger te bixwesta xwe dûr jî bikî
Bask û riyên te wê ez bim, ne wisa
Ger te bixwesta winda jî bibî
Windabûna te wê ez bim, ne wisa

Tu qet ne bersiv î, ji min re dibêjî
Tu hergav ne lê yî û dûrî yî, ji min re dibêjî
Ez ê nikaribim bibim bersiva ku tu ê nizanibî
roja ku tu ê hilnebî
dara ku tu ê nebînî
giyayê ku tu ê pêl nekî
striyê ku tu ê dest lê nedî

Hemû gav li te digerin, te pê nedizanî
Hemû serî digevilin ber bi te, te pê nedizanî
Hemû tînî ber bi te, te pê ne dizanî
Hemû dînîtî tenê li benda te ne
Te pê ne dizanî
Tu ê pê nizanibî
Tu naxwazî pê bizanî
Bi te hesret in hemû xewn

Lê yê ku dixitimîne dîtinê
Nabe derî li ser te
Min dihêle li ber dergehê dîtina te
Dibe dîwarê ku min vediqetîne ji dîtina te
Axa ku min vediqetîne ji dînîtiya te

Ji te ra dikim qala dînbûnê
Dînê baş napeyive
Napirse
Dînê baş dihelise di dînbûna xwe de
Di bêdengiya xwe li te nêzîkirinê de
Ji bo ji bîr bike yê ku ew bû
Yê ku ewê nebe
/
Yê ku ewê hebe tenê di nav çav de
Li ser ziman
Di xwîna heywan de
Ku me dirûçikîne

ji Fransî: Sacha Hitch
Helbestên din ên Helbestvanî/ê