A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyfedînê Welekorî - Tu Ji Mala Kê
163 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyfedînê Welekorî - Tu Ji Mala Kê

(1)
Min di xewnêda dî dîlberek,
Dêm xweş û bejin çelenk,
Burû qetan çev reş û belek.
Bizvire bo min çerxa felek
Gelo dîlber tu ji mala kê.
(2)
Dîlberek min dî di beza
Nêçîrvan ketibûn ha û leza
Ebrû di şuphê bax û reza
Sûret sorbibûn ji ber geza
Gelo dîlber gula baxê kê.
(3)
Dîlberek min dî tê ji pişt
Bîhn û bixor ji hildavêşt
Her gav min mest dihêşt
Tim bi awira min dikuşt
Gelo dîlber tu embera kê.
(4)
Dîlberek derbas bû ber minra
Mêzek da min bi wan awira
Ez kutame bi dar û kevira
Ez bûme wek berxa devî gura
Gelo dîlber tu birîndara kê.
(5)
Min dîlberek dî li ber pale
Bejin zirave rû bi xal xale
Çiqas çelengî çi şêrşepale
Ber tewîyam mina herfa dale
Gelo dîlber tu şêrgela kê.
(6)
Dîlberek min dî li ber çema
Gelo tu zuhreyî an jî selma
Nameyzîne min nizam çima
Dile min girtî xunava xema
Gelo dîlber tu dildara kê.
(7)
Dîlberek min dî li ber avê
Tîrêjên rojê ji nava rû davê
Suret al al gula sor li navê
Ji kerba kuştim vê bê bavê
Gelo dîlber tu qesasê kê.
(8)
Min dîlberek dî bi rastî
Dil li min bûye melo mestî
Awira li min dide bi qesî
Birîndarin dil li min şikestî
Gelo dîlber tu tebîba kê.
(9)
Min dîlberek dî li serê bane
Qamet di şubhe tîpa elîfane
Li bejna xwe kiriye xebtane
Gerden xişrû morî û mircane
Gelo dîlber tu yaqûta kê.
(10)
Min dîlberek dî li şaneşînê
Şewqa wê xwe daye rû dinê
Ez ketime tayê vê mirinê
Min deyne nav qatê kefenê
Gelo dîlber tu emana kê.
(11)
Min dîlberek dî rû weke tav.
Eqil ji serê min kiriye belav.
Sotîye li min dil û cerg hinav.
Bi axîna te me her dem û gav.
Gelo dîlber tu qedera kê.
(12)
Min dîlberek dî xulq şirine
Reqs dike wek per û perwane
Meqam li min bûye meyxane
Saqî badeya meyê ji bo min bîne
Gelo dîlber tu meyxûra kê.
(13)
Min dîlberek dî bi ger û fene
Dikuje min bi wî devê kene
Min datîne nav qatê kefene
Ser min dixûne dewrû yasîne.
Gelo dîlber tu terqîna kê…?


05-09-2017 Stenbol: