A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyfedînê Welekorî - Evîna Te
313 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyfedînê Welekorî - Evîna Te

Min bi evîna te bawer kir
Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir
Min ji evînê te
Xanekî li ser banê dilê xwe ava kir
Bi xwîna birînên xwe
Li ser birca wî navê te lêkir
Bi salan mam li benda te
Lê bi carekî tu li min venegeriya li dilê min mêzene kir
Baran barî şopa evîna te
Ji ser dilê min wenda kir
Min bi evîna te bawer kir
Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir
Rojê li ser evîna te vekir
Ew hişk û ziwa kir
Wek pelê dara payîzê
Ew rûçikand rût û tazî kir
Ji xara dilê min de kete xarê.

Ew perçe perçe kir
Tu di ber min re diçû û dihatî
Te tim ew pêdews kir
Bayek lê rabû
Ew ji heft îqlîmên dilê min derbas kir
Min bi evîna te bawer kir
Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir
Ne dil jê hez kir
Ne çavan dît ne jî ziman ew zikir kir
Ne desta ew girt
Ne mila ew bi hesret hembêz kir
Ne lêva ew maçî kir
Ne jî eqlê min bawer kir
Mal xirabê
Min bi dilê xwe nikarî bû, ji te hez kir
Lê te çima
Dilê min avêt agir pê ra neyartî kir
Here xayînê here

Here bibextê here min tu ji bîrvekir
Min bi evîna te bawer kir
Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir
Evîna min a pak û paqij
Te bi vir û derewan ew qirêj kir
Min bi rih û can ji te hez dikir
Te ez bi saxî kuştim bi sêdarê ve dar da kir
Çevê min man di çevên te de
Te çevên xwe li ser evîna dilê min venekir
Ez sozê didim te
Ger ev dil li pey te were bila bibe kevir
Ez sozê didim te
Min ji dilê xwe re tucar qala te nekir
Ez sozê didim te
Tu car û tu wextê min di dilê xwe de tu azad nekir
Min bi evîna te bawer kir
Lê evîna te dilê min xwîn kir
Min bi evîna te bawer kir
Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir.