A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyfedînê Welekorî - Elîf ا
342 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyfedînê Welekorî - Elîf ا

Çiqas nazik û nazenî nî wek rihanê
Xwediyê bejina zirav taya bi tenê
Serê hemû herfû peyva û gotina nî (Elîf ا)
Ev bi dem û rojane ez li benda te me,
min gote dilê xweyê wêran, wê (Bê ب)
Min (Tê ت) da yalîkî (Sê ث) da yalê din,
(Cîm ج)ê li hember min cîhê xwe girtibû,
hîke hîka (Hê ح) bû bi halê min dikenîya,
(Xê خ) dikir xatir ji min bixweze, û ji vir bi(Çeچ)
Xwe davêjim ber bextê (Dal دَ)ê
Hêvî û daxaza xwe dikim ji (Zal ذَ)ê
Weke hêsîrek mame li dev (Rêر) ê
Qûz bûm tewîyam mîna herfa (Zeynز)
Çi janek çi êşek bê dawî ketiye (Sîn س) ê
Waye wek miryame li ser min bike (Şîn ش)ê
Ez sond bixum bi navê (Sat ص)û (Dat ض)ê
Nebinim wan rojên li pey me (Tê ط)
Dilê min ji bo te dikele wek kanîya av tê di(Zê ظ)
Zulfû ebrûyên te, lê dixuyan wek (Eyn ع)e
Bayê bedewîya te bi ser min da dihat,
Wek bayê xerbê di hejand (Xeyn غ)î zulfû xale
(Veڤ)naqete ji min ew derd û hale.
(Fe ف)lek neyare min avêt pişta çîyayê (Qaf ق)a
Noqî derya evîna çevê te bûme
(Pêپ) min li ser pêla ye, di dest min da maye (Kef ك)
Lal bûme (Lam ل) û cîm ji devê min dernayê
(Mîm م) bûye neyar (Nûn ن) bi nuqteya xwe min diku(Jeژ)
(Hê ه) min xwe negihandibû deşta dilê te
(Geگ)lek kesa gilîyên min kirin li girê bê wayik,
(Wawو)ê ez avêtim bin dara (Lamelîfلَأَ)
(Yê ي) du du li bin, ez û tune Elîf…?
Seyfedînê Welekorî;
08-10-2016, Stenbol: