A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyfedînê Welekorî - Biharîstan Min
152 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyfedînê Welekorî - Biharîstan Min

Biharîstana welatê min
her deverên te bûye gul û gulîstan
li rûyê te xwezayî şîn bûye
mêrg û çîmen vebûne
her alî kulîlkên reng bi reng
gul û nêrgiz şîn bûne
li her deşt û newalan
li her rûbar û berpalan
baxê lalezeran hatine raxistin
sor dikin wek xwîna Cangoriyan.!
Kaniyên kenna derbûne
delav delav co bi co
wek rûyê dîlber û gulşenan
her alî ve jê evîn diherike
xunava şevê li ser gerdanê te
bilqok bilqok dibiriqî
meya ‘eşqê diciviya li nav xalên bin guharan
ezê xwe bavêjim meyxana dile te
bang bikim li saqî
qedehek mey bîne ji xunava gerdenê
vexwim evil heyatê, qedîm bimînim
li ser rûyê vê dunyê.
Biharîstana min
stêrk ji ezmanê çevê te dibarîn
hîv ji şerma rûyê te çûbû ava
roj li hember bedewiya te
zer dibû weke şimayê diheliya
bayê qederê serxweş bibû
çerxa felekê şikiya bû
çendik û çend milûk û şahînşah
textê wan wergeriyan
û taca serê wan ketîbû
çend hezar ‘allem hatin,
jiyan li ser parzemîna te û çûn,
çiqas dem borîn, çiqas qîrne derbas bûn
Tenê Yezdan ma qedîm,
yek jî tu yê qedîm bimînî heta dawîya dinê.!
Baharîstana min…

20-07-2017 Stenbol