A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyfedînê Welekorî - Bêdewletî
179 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyfedînê Welekorî - Bêdewletî

Ji min ne pirsin, nebêjin tu çawanî
Ez weke Kurdistanê, par parî me
Weke Kurd’â, tim û tim kuşti me
Ez ne lalim dest girtîya welatî me
Bê zar û ziman, ez bê dewletî me

Li Enfalê bi hezara li gorê tomarî me
Ez kuştîyê bêhna sêva li Helepçe me
Weke Mihabatê ji emir kina me
Qazî Mihemedim li meydana çar çira
Li bin sê darê da, ez bê dewletî me.

Li newala qesaba bin lata da veşartî me
Bin bîrên asîtê da hestûyên helyayî me
Li Roboskê sîy û çar canê qetilkirî me
Şêx Seîd’im li meydana Amedê da
Li bin sê darê da, ez bê dewletî me.

Ji min nepirsin nebêjin tu çawanî
Weke Cizîrê li ber şetê firatê tîme
Li Şirnaxê xemla bûkên heznî me
Axîna dayikên birîndar li Geverê me
Kuştîyê bin zulmê, ez bê dewletî me.

Li Sûrê bin jêrzemîna da qetilkirî me
Ber minara çarling bedelê azadiyê me
Weke Licê pêş çevê elama talan bû me
Li Misêbînê taxên xirabe û dor pêçkirî me
Girtîyê welatê xwe, ez bê dewletî me.

Ez kuştîyê qetlîama Gelyê Zîla me
Li Dêrsimê komkujîya Elawîya me
Kolanê Gimgimê weke laşê tazî me
Li Xarpêtê qada genim wek Seyid Riza
Li bin sê darê da, ez bê dewletî me.

Şengalê kuştîyê fermana heftê çara me
Li rojava weke Kobanê, dor pêçkirî me
Ji xweyên xwe qetyayî Weke Efrînê me
Wek zarokên reng esmer bê hêvî me
Li sînema Amûdê nav agir da şewitî me
Ez Kurdim rû vê cîhanê bi milyoname, li ez bê dewletî me.

31/08/2016, Stenbol: